Ji rêveberên PYD’ê Şîlan Kobanê û hevalên wê ku sala 2004’an şehîd bûn, li paytexta Elmanya Berlînê, gerîlayên li bajarokê Komur ê ser bi Semsûrê şehîd bûyî jî li bajarê Swîsreyê Churê hatin bibîranîn.

Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Haci Cûma Alî) ku 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê di kemînekê de şehîd bûn, li paytexta Elmanyayê Berlînê hatin bîranîn.

Piştî rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdan, nûnerê PYD’ê Bavê Kawa qala dîroka şoreşa li Rojavayê Kurdistanê kir. Qisekeran got, “Bi geşkirina têkoşînê em dikarin xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin.”

Erka biserxistina têkoşîna wan

Gerîlayên HPG’ê Yûsûf Tûnç (Azîz Çirav) û Mûrat Ozdemîr (Şoreş Roza) ên 17’ê Cotmehê li bejahiya bajarokê Komurê yê ser bi Semsûrê şehîd bûn, li bajarê Swîsreyê Churê hatin bibîranîn. Bibîranîn li NCDK´a Churê pêk hat û bi rêzgiritnê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana herdu pakrewanan hate nîşandan.

Xizmên şehîdan li civînê axivîn û wan got, “Di têkoşîna rûmetê ya şehîdan de, erka me ye ku em têkoşîna wan bi ser bixin.”

 

BERLÎN / CHUR