Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di şerê li Dersim û Colemêrgê de şehîd bûne eşere kir.
HPG’ê diyar kir ku di şerê li navçeya Gever a Colemêrg û Dersimê de 5 gerîla şehîd bûne. Ji van gerîlayan 2 li Colemêrgê û 3 jî li Dersimê şehîd bûne.
HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:
“9’ê Tebaxê dema ku yekîneyeke me li nêzî gundê Meskan a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi erka xwe radibû, di nava wan û hêzên dagirker de şer qewimiye. Di vî şerî gelek eskerên Tirk hatin kuştin, hevrêyên me Reşîd û Rizgar heta guleya xwe ya dawî şer kir û bi lehengî şehîd bûn.
Piştî berxwedaneke dijwar
Di daxuyaniya 14’ê Tebaxa 2018’an de hatibû diyarkirin ku 11’ê Tebaxê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de di navbera koma bi pêşengiya Atakan Mahîr û hêzên dagirker de tevahiya rojê şer rûdabû. Di vî şerî de li gel hevrêyên me Atakan û Ronî 4 gerîlayên ku şehîd bûbûn, piştî diyarbûna nasnameyan em bi raya giştî re parve dikin. Hevrêyê me yên bi navê Rabûn, Şoreş û Zinar û hevrêyê me yê din ji Partiya Komînar a Şoreşger (DKP) û Hêzên Yekbûyî ya Azadiyê (BOG) Mehmet Alî Kasirga bi nasnav Bariş Mustefa Kalafat e.”
Nansameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:
Reşît Serdar (Selîm Yavuz Karaoglan) ê li Dîlokê ji dayik bûyî, 9´ê Tebaxa 2018´an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da; Rizgar Oremar (Fikret Fendîk) ê li Colemêrgê ji dayik bûyî, 9´ê Tebaxa 2018´an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da; Rabun Zinar (Servet Ozalp) ê li Mûşê ji dayik bûyî, 11´ê Tebaxa 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da; Şoreş Masiro (Firat Kaya) ê li Mûşê ji dayik bûyî, 11´ê Tebaxa 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da; Zinar Cesaret (Ferît Çakar) ê li Erzromê ji dayik bûyî, 11´ê Tebaxa 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da; Bariş Mustefa Kalafat (Mehmet Alî Kasirga) 11´ê Tebaxa 2018´an li Dersimê jiyana xwe ji dest da.
Sersaxî ji malbat û gelê Kurd re
HPG’ê herî dawî sersaxî ji malbatan re xwest û soza têkoşînê da: “Di serî de sersaxiyê ji malbat, hemû gelê welatparêz re dixwazin û heta ku hêviyên hevrêyên xwe bi cih bînin wê têkoşîna me bi hemû hêza xwe dewam bike.
ANF/BEHDÎNAN