Gelê Şaxê bi pêşengiya Rêxistina DBP'ê ya Şaxa Wanê ji bo parastina Şehîdgeha Rohanî ya ku li ser navê PKK'iya Alman Andrea Wolf hatiye çêkirin konê nobetê veda. Ligel nobetê welatî xebatên perwerde, tenduristî, komun û paqijkirina derdorê jî dimeşînin. Saniye Babur diyar kir ku ew bi ruhê serhildanê hatine vir û wiha got: "Di vê şehîdgehê de gorên keç û xortên me hene. Emê bi tu awayî nehêlin ku leşkerên dewleta Tirko êrîşî hestiyên zarokên me bikin. Emê di her şert û mercî de gora şehîdên xwe biparêzin." Şevket Çetîn jî bal kişand ser êrîşên li dijî şehîdgehan û ev tişt anî ziman: "Li Amed û Sêrtê êrîşî şehîdgehên me kirin. Heta ku ev xetereya êrîşan hebe, emê li vir nobetê bigirin û xwedî li şehîdgehê derkevin."
DIHA/WAN