Li Sêrtê serdema palehiya fistiqan a mehekê bidome, dest pê kir. Fistiq çavkaniya aborî ya bajêr û gelê herêmê ya herî girîng e. Li gorî salên bihurî ji ber sermaya 30'ê adarê û germahiya zêde palehiya fistiqan 15 rojan zû dest pê kir.
Li gorî agahiyên ji Yekîtiya Hilberînên Fistiqên Sêrtê, her sal 12 ton fistiq hildiberandin, lê îsal di navbera 9-10 tonan de fistiqan wê hilberînin. Par kîloya fistiqên şil 10 TL bû îsal ji ber ku kîmber bûn dar, kîloya fistiqan wê bi 15 TL´yan be, û kîloya fistiqên hişkkirî jî bi 42 TL´yan be.
Piştî palehiya fistiqan dest pê kir, hilberînerên fistiqan li baxçeyan heta êvarî dest bi komkirina fistiqan kirin. Hilberînerê fistiqan Haci Îbrahîm diyar kir ku li gorî salên bihurî îsal hilberîna fistiqan kêm e û got: "beriya bi 2 salan fistiqên Sêrtê di hilberînê de gihiştin asta xwe ya herî bilind. Par jî hinekî kêm bûbû. Lê îsal ji ber germahiyên dawî gelekî kêm bû."
SÊRT