Li Eyaleta Elmanyayê Niedersachsenê, li bajarê Gifhornê, pêncşema bihurî êvarê panelek hat organîzekirin. Die Linke (Partiya Çep) û Komîsyona Karên Derve ya Fed-Demê bi hev re panel organîze kir. Mijara panelê jî Roja Kobanê ya Cihanê û Şoreşa Rojava bû. Di panelê de hem behsa jeopolîtîka Rojava hat kirin û hem jî Şoreşa Rojava û Konfederalîzma Demokratîk hatin ravekirin. Li ser Şoreşa Rojava sînevîzyonek jî hat nîşandan.

Qisekeran behsa bikaranîna sîlehên kîmyewî jî kir û bi resman ev yek nîşan jî da. 

 

 GIFHORN