Li navenda Çand û Huner a navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo ji bo bipêşxistsina fikrên ciwanan û bipêşxistina çanda herêmê, panelek bi navê “Helbest şaneya ku çanda gelan vedibêje ye” hate lidarxistin.
Panel li Navenda Çand û Huner a navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê hate lidarxistin. Hejmarek ji helbestvanên herêmê tevlî panelê bûn. Panel bi armanca bipêşxistina fikrên ciwanan hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêmê û endamên saziyên sivîl û eskerî beşdarî panelê bûn.
Helbestvan Hemdî El-Ezo, Macid Hisên El-Xilêf, Mihemed El-Rewîsî, Fewaz El-Nezal, Mahir El-Hisên, Hind El-Necris, Mehmûd El-Helûş û her wiha zarokên bi navê Ala El-Etîb û Lemiya El-Elî jî beşdarî panelê bûn.
Zarokan helbest xweindin
Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê navenda Çand û Hunera navçeya Til Hemîs Sayil El-Muxlif axivî û bi xêr hatina beşdaran û helbestvanan kir.
El-Muxlif di axaftina xwe de anî ziman ku ew weke navenda Çand û Huner hewl didin çanda gelan û civakê pêş bixin û got, “Em dikarin bi yekîtiya xwe bi beşên rewşenbîr re çanda xwe li herêmê bi pêş bixin. Da ku bibe neynika gelan.”
Paşê helbestek bi navê Bav ji aliyê zaroka bi navê Ala El-Etîb ve û helbestek bi navê Dayîk ji aliyê Lemiya El-Elî ve hatin xwendin. Paşê her helbestvanekî bi rengê xwe helbestên xwe yên cûda xwendin.
Di dawiyê de endamên Meclisa bajarkên Ekaz û Cezaa hinek ji çanda Erebî ya resen a êla Şumer vegot. Panel bi stranên gelerî ji aliyê Endamê Navenda Çand û Huner a Til Hemîsê Mehmûd El-Zahir ve bi dawî bû.
QAMIŞLO