Di beşa pêr a vê çalakiyê de Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn vegotin. Pêr jî mijar Kurdên li diyasporayê bûn.
Panelîst Gulasor Uzunpinar da xuyakirin ku Kurd ji bo xwe bigihînin qonaxa heyî berdêlên gelekî giran dane û got, “Dewletparêziya netewe ya klasîk, mejiyê hevkariya ji mantalîteya kapîtalîst, bi tenê pirsgirêkê mezin dike. Ya esasî; daxwaz û hewldana afirandina cîhaneke ji biratiya gelan, azadiya baweriyan û wekheviya mirovan e. Kurd gelekî xwedî van pîvanan e. Hem li dîaspora, hem jî li Kurdistanê em hewl didin bi heman helwesta bîrdoziyê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin.”
Piştî axaftinan, xwarina Kurdan hat danasîn, û Rênas Demhat û komeke muzîkê ya Fransî derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin.
MARSÎLYA