Doh bi rasthatina Kombûyîna Salane ya şirketa sîlehan a Elman Rheinmetallê li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakî hebûn. Qismek ji çalakgeran karîbû bikeve hola pêkhatina kombûnê û dika wê demekê bi dest bixe. Ev koma ji qederê 50 çalakgeran di hundirê holê û li ser dikê pankart vekirin ku pê dixwazin Rheinmetall ji holê bê rakirin. Çalakgeran her wiha pankarta li ser nivîsandî

“Panzerên Elman ji Kurdistanê Bicehemin” jî hilgirt û îşaret bi dewra sîlehên Rheinmetallê di dagirkerina Efrînê de kir.

Ji bo êrişî çalakgeran bike, Rheinmetallê polîs anîn. Çalakgeran jî sloganên “Sîlehên Elman û pereyê Elman li seranserê dinyayê mirovan dikujin”, “Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiye, di her belayê de Rheinmetall jî heye.”

Rêxistina Interventionistische Linke (iL) banga acizkirin û xirakirina kombûna salane kiribû û gotibû, “Elmanya Federal û şirketên sîlehan ên Elman jî ji bo sûcên şer ên Tirkiyeyê li Kurdistanê berpirsiyar in.”

Ji bilî vê çalakgerên GreenPeaceê pankarteke dêw bi hotela kombûyînê lê çêdibû, daliqand ku li ser dinivîsand “Bombeyên Rheinmetallê li Yemenê dikujin”.

Li devê otela kombûnê jî çalakiyeke protestoyî hebû li dijî Rheinmetallê bi daxwaza Rheinmetallê bêçek bikin. Li vir jî pankarta li ser nivîsandî “Piştgirî ji Rojava re” bal kişand ser xwe. Ji ber şeran, par hecma wê ya kar ji sedî 6.1 zêde bûbû.

 

BERLÎN