Duyemîn Foruma Gelên Cîhanê li bajarê Santa Cruz ê Bolîvya bi beşdariya delegeyên 35 welatên cuda di navbera 7 û 9’ê Tirmehê de hat lidarxistin. Nûnerên Tevgera Jinên Kurd (TJK) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî beşdar bûn.
Foruma Gelên Cîhanê bi însiyatîfa Tevgerên Gel û Vatîkanê hat lidarxistin. Nûnera TJK’ê Melîke Yaşar li ser navê rêxistinên jin ên Kurd tevlî wê forumê bû. Yaşar daxwaz ji Papa Francisco kir ku alîkariya mirovî bidin rojavayê Kurdistanê. Nûnera TJK’ê Melîke Yaşar çavdêriyên xwe yên forumê bi RojNewsê re parve kirin. Yaşar li ser mijarê got: “Em li ser navê KCK û TJK’ê beşdarî civînê bûn. Armanca me ew bû em rewşa şerê li navçeyê û pirsgirêkên Kurdan bigihînin wê platformê. Ligel vê yekê me xwest em piştgiriya welat û rêxistinên beşdarbûne wergirin.”
Melîke Yaşar derbirî ku di dîwanê de cih dane wan û ew derfet dane ku bi nûnerên dewletan re baxivin.
Daxwaza serdanê erênî dît
Derbarê hevdîtina wan a ligel Papa Francisco de jî Melîke Yaşar got: “Piştî Papa axaftina xwe qedand, ew û serokê Bolîvya Evo Morales hatin û silav dan kesên di dîwanê de. Di vê navberê de kêm jî be, derfet çêbû em baxivin. Min jê re got, ez Kurd im û li ser navê Tevgera Jinên Kurd li vir im. Min jê re got, gotinên we moral dan me û ezê van axaftinan ji Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd re ragihînim. Me jê re got ku emê şandeke jinan bişînin Vatîkanê û dixwazin ji bo alîkariya mirovî ya ji bo Rojava ligel we baxivin. Papa bi kêfxweşî pêşwazî li vê biryara me kir û got, ‘erê.’ Bi kurtî bi germî pêşwaziya me kir.”