Tevgera Azadiyê ya Kurdî bi rolê jinê ve bandora herî mezin li ser jiyana civakî kir û bi vê yekê li Kurdistanê kalîteya jiyanê bilind dike. Di nava jiyana civakî de bi pêşketina rola jinê, nirxên ku serdestan ji bo kolehiştina civakê bi kar anîne, hatin pûçkirin û civak ji hişmendiya koletiyê hate filitandin. Jin ji malê derket û îro bûye wek pêşenga avakirina jiyana azad; him xwe diguherîne û him jî civakê…

Bi taybetî jî bi berxwedana li Rojava ya li dijî DAIŞê re, çapemeniya cîhanî bi giştî behsa qehremaniya jinên Kurd dike û xelk û alem Kurdan êdî bi têkoşîna jinan nas dikin. 

Li Rojava gund û bajarên ku ji hêla şervanên Kurd ve têne rizgarkirin de dîmenên çarşefên reş ên jinan ên li derdorê hatine avêtin, ên ku DAIŞê bi darê zorê li jinan kirî, bala mirovahiyê hemûyî dikişîne. Herwiha di her sazî û rêxistinê de jin xwe didin pêş û dibin berdevkê avakirina pergala xweser a demokratîk. 

Li Rojava ne tenê DAIŞ tê paşvexistin, her weha şoreşa jinê û pê re şoreşeke civakî bi pêş dikeve. Ji ber vê yekê; îro rêxistin û komaleyên jinan ên li çar hêlên cîhanê têkoşîna jinên Kurd bi baldarî dişopînin û jê îlhamê digirin. 

Têkoşîna jinan her weha siyasetê jî mecbûrî guhertinê dike. Di rêxistinên Kurdî yên bi bandora Tevgera Azadiyê têne rêxistinîkirin giştan de pergala hevserokatiyê tê birêvebirin û nîviyê rêveberiyan ji endamên jin pêk tê.

Li bakurê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk jî çalakî û hewildanên jinan xwe dide der. Bi çalakiyên xwe hişmendî û motîvasyona piştgiriya civakî bi pêş dixin; li Licê nobetê li goristanan digirin, ji bo ji nû ve avakirina Sûr, Cizîr, Gever û Nisêbînê kampanyayên alîkariyê organîze dikin, dest didin destê kesên ku ji hêla dewletê ve hatine mexdûrkirin, xwedî li şehîdan û malbatên wan derdikevin…

Helbet ev rewşa jinên Kurd bala aktor û rejîmên kevneperest û statûkoparêz dikişîne ser xwe. Rola jinê yê wek guhertina civakî û avakirina jiyaneke bi hişmendiya azadiyê xewnên hinekan dide revandin. 

Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê hikûmeta AKPê û li Başûr jî rêveberiya PDK´ê acizbûna xwe ya ji rêxistinîbûna jinan bi aşkereyî nîşan didin. Li Bakur û li bajarên Tirkiyê pergala hevserokatiyê ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdî wek hişmendiyekê xiste nava siyasetê, rastî êrişên saziyên dewletê tê. 

Dozgerên Tirk li şaredariyên Kurd ji bo hilweşandina pergala hevserokatiyê ketine nav liv û tevgerê û heta niha li dijî çend şaredaran doz vekirine. 

Li Başûr jî PDK´ê bûroyên jinan ên mîna REPAK´ê bi kilît dike.

Xwediyê rejîma Tirk a kevneperest û qaşo Kurdên li gorî hişmendiya wan a pûç tevdigerin, ji bo bêîradehiştina jinan çiqasî hewil bidin jî, êdî ne mimkûn e ku pêşiya bayê azadiyê û xwedîîradebûna jinê bigirin. 

Li gel vê hişmendiya nas a kevneperestan, Rêberê Xirîstiyanên Katolîk Papa Francîs di daxuyaniya xwe ya dawî de behsa girîngiya rola jinê ya civakî kir û got, “em ê jinan jî wek pîskopos (metran), serpapaz û teolog erkdar bikin. Hêvî dikim ku siberojê jinek wê bibe Papa. Em deriyên ji mêran re vekirî, ji jinan re jî vekin...“

Mirov difikire; gelo Papa jî îlham ji ’pergala hevserokatiyê’ ya Kurdan girt?

Lê divê Erdogan û Barzanî van gotinan nebîhîsin. Eger van rojan li ser van gotinên Papa, em ji zimanê Erdogan gotineke wek “Papa jî bûye Apocî û piştevaniyê bi PKK´ê re dike“ bibîhîsin, qet ecêbmayî nemînin!..

Di nav alozî û hengameya li Rojhilata Navîn de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan ji bo her xelkî tekane hêza xwedî perspektîfeke jiyaneke nû ya azad û pergalekî demokratîk e. Ev têkoşîn bi deng û rengê jinê bi pêş dikeve û aha Papa Francis jî hate ser vê xetê…