Filma rêwîtiyê di navbera ya siyasî û şexsî de dengeyek daniye û ji jiyana rojane ya li Kurdistanê jî kêlî û hûrgiliyên bi qîmet weke klîşe cemidandiye. Derhênera jin Kurdwin Ayub li Kurdistanê ji dayik bûye û sala 90´î dema hîna pitik, tevî dêûbavên xwe koçberî Viyanayê bûye. Li gorî rexnegirên sînemayê ev film van çend mehên li pêşiya me wê bi klîşe û dîmenên xwe yên “harîqulade” festîvalan birengîne. Piştî promiyera li Grazê film wê di qada navneteweyî de Nîsanê li Arjantînê BAFICI (Buenos Aires) were nîşandan.

Navê Kurdwin Ayub heta niha bi tenê di nava filmçêkerên ceribandinan de belav bû. Wê ji zarokatiya xwe ve gelek filmên kurt çêkirine û deh ji wan jî bi etîketa şirketa belavker a navdar a Viyanayê sixpackfilmê tên belavkirin. Di nava van filman de, betlaneyeke wê ya tevî malbatê ya li Kurdistanê jî heye û 22 deqîqeyan dirêj e.

Herçî ‘Paradise! Paradise!’ e, weke versiyoneke dirêj a heman mijara betlane/vegerê ye, lê vcarê ew bi bavê xwe Emer re yê ku doktorekî tibê ê serketî ye li Viyanayê, vedigere bajarê Hewlêrê. Li wir jî ew li cem birayîn Emer û malbata wî re dimînin. Yek ji xewnên Emer e ku li wir ji xwe re milk bikire û Kurdwin jî refaqetî wî dike li gerîna lil milkê ji bo kiryariyê.

Kurdwin Ayub filma xwe bi Tkacs Filmproduction daye çêkirin, dirêjahiya filmê 78 deqîqe ne û sixpackfilm belavkeriya filmê dike. 


 VIYANA