
Koma çete ya bi navê Azadî ku nêzîkî PDK’ê ye di sala 2012’an de li bajarê Helebê êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wan Kurd in kiribû û li wir gelek wêranî pêk anîbû. Paşê di sala 2012/2013’an de li gel çeteyên Cebhet El-Nusra di êrîşên dijî bajarê Serêkaniyê yê Rojava de cih girt. Heman komê di êrîşên 2016’an ên çeteyên Koalîsyonê dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê de cih girtibûn û bi sedan sivîlên herêmê qetil kiribûn. Di van demên dawiyê de jî, koma navbûrî di êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyê yên dijî Kantona Efrînê de jî cih digirt. Niha jî car din di heman eniyê de him di êrîşên li ser Efrîn him jî yên li ser Minbicê de cih digire.
Serokê wan eşkere kir
Pêr Çarşemê, Fermadarê Koma Azadî Azad Şabo di hevdîtineke li gel kenaleke nêzî PDK’ê de eşkere kir ku koma wî li herêmên Şehbayê di bin sîwaneya çeteyên Dewleta Tirk de şer dikin. Kesê bi navê Şabo li xwe mukir anî ku ew tevlî şerên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên li Minbicê jî bûye.
Her wiha itîraf kir ku ew dixwazin rê vekin da ku, çeteyên wan ên ku li Başûrê Kurdistanê û Kampên Tirkiyê de hatibûn perwerdekirin û niha li Şengalê êrîşî hêzên YBŞ/YJŞ’ê dikin, derbasî herêmê bikin.
Beriya demekê di Îlona 2016’an de, heman kesî ragihandibû ku ew li herêmên Şehbayê bi armanca şerê li hember hêzên Kurdî, kombûneke çekdar ava dikin. Paşê vê komê di êrîşên dijî gundên Efrînê de cih girt.
MINBIC