Mihemed Seydo ji gundê Hesen Dêra ya Navçeya Bilbil a Efrînê ye. Temenê xwe hemû li vir derbas kiriye û gelekî bi xaka xwe ve girêdayî ye. Seydo ev hestên xwe yên welatparêziyê daye zarokên xwe jî, lewre bi destpêkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê re kurekî wî tevlî têkoşînê bûye. Kurê Seydo yê bi navê Mazlûm di sala 1991’ê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku kurê wî jiyana xwe ji dest da, hestên Apê Seydo hîn zêdetir bûn û li gorî derfetên xwe têkoşîna xwe meşand.  Lê bi destpêkirina şoreşa Rojava re her ku ciwanek jiyana xwe ji dest dide hêrsa Apê Seydo jî zêdetir bû. Ev yek jî ew zêdetir xist nava têkoşînê.

Seydo li ser tevlîbûna xwe ya nava YPGê wiha dibêje: “Her cara ku ez dibihîzim şervanek şehîd dibe ez pir dêşim û di hindirê xwe dikelim” di dawiyê de min biryar da ku tevlî xebatên parastinê bibim.  Ez parastina xaka ku li ser jiyame dikim. Heta dawiya jiyana xwe dê parastina xaka xwe bikim. Apê Mihemed Seydo ku cilên leşkerî lixwe kirine, li gorî hêza xwe alîkariya YPG’ê dike. Seydo derbarê xebata xwe de ev tişt anîn ziman: “Erka her kesî ye ku parastina xwe bike. Tu carî temen li pêşiya min ne bûye asteng. Bi hêza xwe ya maye ezê parastinê bikim. Ruhê min ji ciwanên ku di xeta azadiyê de jiyana xwe jidest didin ne buhatir e.”

‘Vegerin û axa xwe biparêzin’
Mihemed  Seydo bang li ciwanên Rojava yên ku ji welatê xwe koçber bûne jî kir û xwest ku vegerin mala xwe û wiha dom kir: “Ciwano ne di cîh de ye ku kalên mîna min tevlî YPG’ê bibin û ciwanên wekî we ji xaka xwe koçber bibin. Baş bizanin ku rumeta mirovan xaka wan e,  kesên dest ji xaka xwe berde, dest ji rumeta xwe jî berdide.”



ŞIYAR OSMAN/ANHA/EFRÎN