Welatiyê bi navê Şehbaz Caf yê ji bajarê Silêmanî li dijî dagirkeriya Tirk tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ ya Rojavayê Kurdistanê bû. Caf bang li hemû ciwanên Başûr kir ku erka xwe ya netewî û exlaqî pêk bînin û berê xwe bidin nava çeperên berxwedanê.

Şehbaz Caf banga geşkirina berxwedanê li tevahî ciwanên Kurd kir û weha got: “Daxwazê ji gel û ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikim, bi hestên netewî, bi hawara birayên me yên Rojava ve werin. Em weke ciwan amadene heya dilopa xwîna xwe ya dawî, ji bo parastina Kurd û Kurdistanê canê xwe feda bikin. Hêvî dikim welatî hemû erka xwe ya neteweyî pêk bînin û weke me bi hawara gelê Rojava vê bên.”

 

 ROJNEWS/DIRBÊSIYÊ