
Pêwîstiya parastinê
Karayilan diyar kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) ên Kurdistanê wê wezîfeya xwe ya parastina hemû gelên li herêmê bicih bînin û ev xal destnîşan kir: “Herêma me Rojhilata Navîn di demeke gelekî girîng re derbas dibe. Niha şerekî giran diqewime. Di heman demê de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê jî ketiye demeke dîrokî. Gelê Kurdistanê û gelên herêmê, ji her demê bêtir di vê demê de pêwîstiyê bi parastinê dibînin. Ji ber ku li ser bingeha konsepteke navneteweyî û herêmî, bi destê çeteyan li dijî gelên herêmê û gelê Kurdistanê êrîş tê kirin. Bi van êrîşan re tê xwestin ku hemû nirxên gelê me ji holê bên rakirin û perspektîfa azadî û demokrasiyê bê serûbinkirin. Tê xwestin ku pêşeroja gelê herêmê were tarîkirin. Herêma me bi êrîşeke ewçend qirêj re rû bi rû ye. Li hemberî van êrîşan parastina gelê Kurdistanê, gelên herêmê û dewlemendiyên Mezopotamyayê, tevî ku wezîfeyeke însanî û exlaqî ye, di heman demê de erkeke neteweyî-demokratîk e.”
Parastina hemû gelan
Karayilan ragihand ku li pêşberî van êrîşan wezîfeyeke girîng dikeve ser milê Hêzên Parastina Gel û got, “Di vê dema ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê tên şidandin, Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tê de Hêzên Parastina Gel (HPG) ên Kurdistanê, mîna li parçeyên din li Başûrê Kurdistanê jî ji bo parastina destketî û nirxên gelê Kurd, ji bo parastina gelên herêmê roleke mezin girtine ser milê xwe. Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê xwedî armanceke bi tenê ye; ew jî parastina nirx û destketiyên gelê Kurd, bicihanîna wezîfeyên xwe yên însanî û parastina mafê jiyanê yê mirovan e. Çi Kurd, çi Tirkmen, çi Asûrî-Suryanî, çi Ereb çi jî gelekî cuda; ji bo parastina her kesên bi êrîşên çeteyan re rû bi rû ne, wê Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bîne.”
Parastina Şengalê
Karayilan anî ziman ku di pêşîgirtina li qirkirineke li Şengalê de HPG’ê rol û mîsyoneke girîng hilgirtiye ser milê xwe û destnîşan kir ku armanca destwerdana li Şengalê parastina mafê jiyanê û xwedîderketina li nirxên gelê Kurd e. Karayilan diyar kir ku eger ev wezîfe bicih nehatiba, wê çete li Şengalê bi deh hezaran mirov qetil bikirana û ev yek wê bibûya mezintirîn qirkirina vê sedsalê. Karayilan ragihand ku hêzên HPG wê bicihanîna wezîfeyên xwe yên însanî dewam dikin.”
´Tarzê şer wê biguhere´
Karayilan da zanîn ku di rewşeke bi vî rengî ya şer a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de Akademiyên Şehîd Mahîr rol û mîsyoneke mezin girtine ser milê xwe û destnîşan kir ku ji bo serketina di vî şerî de pisporbûyîn û profesyonelbûyîn nebe nabe. Karayilan wiha got: “Demeke ewçend girîng de bidawîbûna dewreyên perwerdeyê wê rê li ber xurtbûn û pêşketineke mezin vekin. Di bi pêşxistina pisporbûyîna gerîla û afirandina gerîlayê profesyonel de ev dibistanên me xwedî roleke girîng in. Her sê dewreyên tevlî pratîkê bibin, wê kalîteyê li şer zêde bikin, kûrbûn û profesyonelbûyînê xurtir bikin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên li ser vê bingehê xwe xurt kirine, wê bi awayekî çalaktir beşdarî pêvajoyê bibin û bi awayekî serketî wezîfeya xwe ya parastinê bicih bînin.”
Pêwîstî bi gavan heye
Karayilan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî ev peyam da: “Niha dem dema gav avêtinê ye. Van nîqaşan zelal kirine ku divê gav bi çi rengî bê avêtin; êdî her kes vê dizane. Ji niha û pê ve bêyî avêtina gaveke pratîkî, bi tenê meşandina diyalogê bêwate ye. Ji ber ku tiştê divê bê axaftin hatiye axaftin. Her wiha li Tirkiyeyê gelek tişt hatiye guhertin; hilbijartina Serokkomariyê hatiye kirin, hikûmet û serokwezîrê nû hatiye diyarkirin. AKP êdî bi temamî di nava dewletê de bicih bûye û li ser her tiştî serdest e. Wê çi bike divê niha bike. Li pêşiya avêtina gavên pratîkî ti sedemeke bibe asteng nemaye.”
Şertên Îmraliyê
Karayilan derbarê şert û mercên Îmraliyê de jî wiha got; “Divê nexşeya rê ya çareseriyê bi lezgînî zelal bibe. Pêwîste heyeta muzakereyê ya demokratîk û heyeta şopandinê bên damezrandin. Divê pakêta pîvanan bê derxistin. Bêguman divê mercên xebatê yên sermuzakerevanê aliyê Kurd Rêber Apo bê afirandin. Pêwîste sekreterên wî bikevin dewrê, şêwirmendên xwe hebin. Yanî ji bo muzakere û pêkhatina çareseriyê, divê şert û mercên Îmraliyê êdî ji holê bên rakirin.” Li dû axaftina Karayilan, şagirtên dibistanan ên mezûn bûn dîplomayên xwe wergirtin û merasîm bi çalakiyên çandî bi dawî bû.
ANF/BEHDÎNAN