Koroyeke penaberên Êzîdî weke beşek ji Înîsyatîfa British Councilê ya parastina mîrateya çandî li herêmên şer, di heman demê de divê weke pêvajoyeke dermankirinê jî bi kêr bê. Li gorî nûçeya Lucy Lambleê ku di The Guardiyanê de derçûye. Ji bo vê atolyeyeke muzîkê ji bo jinên ciwan ên Êzîdî yên li kampên penaberan ên li Dihokê dimînin, hatibû organîzekirin. Niha ji van xebatan koroyek hatiye hazirkirin û ev koro wê vê hefteyê muzîka xwe îcra bike ku têra xwe cihê û xasî Êzîdiyan e. Ev ê bê qeyd kirin û qeydî wê teslîmî Bodleian Library ya li Oxfordê bikin. Qeydî wê li konserekê bê kirin ku Prens Charles û parlamenter jî wê li guhdarî bikin; lewma konser li parlamenê wê bê dayîn.
Weqfa Amar ku berê me li ser karê wê yê li kampên Dihokê nûçe çêkiribûn, ev proje biriye British Councilê ûş kiriye beşek ji înîsiyatîfa wê. Jixwe Weqfa Amar li kampên penaberan muzîkê weke rêyeke dermankirinê bi kar tîne.
Michael Bochmann vîztuozê kemanê ye û rêveberê sereke yê muzîkê ye ji bo vê projeyê, ew dibêje, “Gava ku hûn tevî mirovên din bi muzîkê şa dibin, yan jî bi xwe muzîkê dikin divê hûn mutleq li wir hazir bin, û rabihuriyê û diberojê ji bîr bikin, û ev jî awayekî bi sihet ê jiyanê ye.” says
Hêza muzîkê li vir û niha
Karê Michael Bochmann ê li kampan hêza muzîkê nîşan dide di meseleya anîna cem hem a beşdaran “li vir û li nihayê”. Bi ya wî muzîkê kiriye ku jinên ciwan wêrek bibin, nexasim jî di warê şikandina tecrîda wan konên penaberan de: Ew stranan dibêjin, direqisin û bi destekê didin hev. Li pênc kampan jinên ciwan li tembûra li cem Êzîdiyan pîroz û li defê didin.
Rainas Elias a 19 salî ji bo vê projeyê dibêje, “Bêyî siberojê û xewnan, em ne ti tişt in.” DAIŞ´ê ew kiriye kole û firotiye. Malbata wê 12 hezar dolar dane heta ku ew hatiye berdan: “Hêviya me ew e ku wanên ev sûcên We hope one day those that committed these kirêt kirine bên dadgehkirin. Mala me Şingal îro jî meydana şer e.”
Elias niha tevî bavê xwe, dayika xwe û du birayên xwe yên ji wê ciwantir, li kampûeke ji bo penaberan a nêzîkî Dihokê dimîne.
NAVENDA NÛÇEYAN