Nûnerên gelê Asûrî-Suryanî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Kurdên Êzidî ya greva birçîbûnê ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevlî çalakiyê bûn. Nûneran got, parastina Ocalan parastina rastiyê ye.

Ji bo piştgiriyê bidin Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ku ji bo azadiya Ocalan û naskirina statuya Şengalê li Strasboûrgê ev 20 roj in di greva birçîbûnê de ne, endamên Konseya Neteweyî ya Bethanhrîn (MUB) û Yekîtiya Jinên Bethnahrîn Aynûr Ozgun û Saît Afram tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran da xuyakirin, ku daxwaza azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî Asûrî-Suryanî daxwaza herî xwezayî ye û destnîşan kir ku parastina azadiya Ocalan parastina rastiyê ye.

Li ser navê nûnerên Asûrî-Suryanî Aynûr Ozgun got, bi qasî gelê Kurd, Ocalan ji bo gelên Suryanî, civaka Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn hêja ye û rêber e.

Ozgun got, "Li gorî nihêrîna Ocalan, hemû gel, reng û civak divê bi awayekî azad bijîn û ji bo avakirina jiyaneke hevpar û demokratîk tê bikoşin. Lê mixabin di encama komployekê de hat girtin û di dema dawî de tecrîda li ser wî hatiye şidandin. Ev tecrîd di heman demê de kelepçekirina nihêrînên wî ye, fetisandina azadiya hemû gelan e. Ji ber ku li gorî nihêrîna Birêz Ocalan divê feraseta azadiyê ji bo her kesî bi rengekî azad bê parvekirin."


'Daxwaza azadiyê bibînin'

Nûnerên Asûrî-Suryanî bang li civaka navneteweyî kirin ku daxwaza azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bibîne û li ber zextên dewleta Tirk serî netewîne. Nûneran herî dawî got, "Banga me li saziyên navneteweyî, civak û welatên rojavayî ye: Em li cem rastiyê ne û bi rastî jî li ser rêyeke rast in. Em daxwaza mafê xwe dikin. Em dixwazin li welatê xwe bi rengekî demokratîk û hevpar bijîn. Lê mixabin, her tim ev yek bi rê û rêbazên cuda hatiye astengkirin. Em dixwazin vê yekê ji civakên Ewrûpayê re bêjin: Îro li Rojava Kurd, Suryanî û Ereb bi rengekî hevpar li dijî DAIŞ'ê şer dikin. DAIŞ gefeke mezin li Ewrûpayê jî dixwe. Em hem xwe hem jî mirovahiyê diparêzin." 


STRASBOURG




Mehmet Ocalan çû Îmraliyê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalandoh ji bo hevdîtinê pê re pêk bîne çû girtîgeha girava Îmraliyê. Ocalan danî sibehê bi keştiya Tuzlayê berê xwe dabû giravê. Mehmet Ocalan piştî nîvrojê ji giravê vegeriya. Ocalan piştî kontrolên li Serfermandariya Cendermeyan a Gemlikê bêyî ku daxuyaniyê bide ji Gemlîkê çû. Ji ber wê jî heta ku nûçeya me hat amadekirin. Hat zanîn ku Mehmet Ocalan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. 


BURSA