
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî rewşa gelê Şengalê û Êzîdiyan de got, divê bê zanîn ku gelê me yê Êzîdî bi tenê nîn in û di her şert û mercî de wê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve werin parastin.
Bayik, li ser êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê ji ANF'ê re axivî û got, "Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime. Ew statu, dengeyên berê çêbûn, xera bûn. Hê denge û statuyên nû jî çênebûne. Ji bo çêbibe, her kes li ser berjewendiyên xwe têdikoşin."
Bayik diyar kir, di wan dengeyên xerabûne de cihê Kurdan nebû, li ser Kurdan înkar, îmha dihate meşandin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê xerabûna wan denge û statuyan baş bû, ket xizmeta gelê Kurd. Ji ber ku gelê Kurd ji her kesî zêdetir zerar ji van denga dît."
'Têkoşîn mezin dibe'
Bayik destnîşan kir ku pêvajo tevî xetereyên heyî derfetên dîrokî jî bi xwe re afirandine û wiha berdewam kir: "Kurd di nava firsendên dîrokî de, bi nebûna yekîtiya xwe rê li ber van tehlûkeyan vedikin. Lazim e vê yekê ji holê rakin. Wê wextê kes nikare ji bo Kurdan tehlûkeyê çêbikin. Wê çawa karibe yekîtiya Kurdan xera bike, wê çawa di nava Kurdan de dijminê bafirîne, wê çawa bike ku Kurd ne li dijî dagirkeran-dijminê xwe bisekinin ku li dijî hevdu bisekinin, ji bo vê têdikoşin. Temamiya siyaseta xwe ya li hundir û derve li ser dijminatiya li Kurdan bi pêş xistiye. Vê jî her roj, eşkere eşkere daxivin. Û ne tenê daxive, bi her şêwazî êrîşî Kurdan dike.
Li hemû beşan. Wê çawa di nava Kurdan de parçebûnê bi pêş bixîne, di nava Kurdan de şer, dijminatiyê bafirînin, wê çawa Kurdan tine bikin ku Kurd ji wê firsenda dîrokî feydeyê nebînin, ku careke din karibin li ser Kurdan dagirkeriya xwe pêş bixin. Ji ber vê yekê êrîşî Rojava, Başûr, Bakur dike."
'Naxwe ji Şengalê vekişin'
Bayik destnîşan kir ku rêya rakirina gumanên li ser xwe Mesûd Barzanî dikare bi vekişandina hêzên şandine ser Şengalê re ji holê rake û wiha berdewam kir: "Çû, piştî ku zîrivî jî, pir wext di ser re derbas nebû Tirkiyeyê li Minbicê êrîşî Kurdan kir, êrîşî Rojava kir. Û li Şengalê jî, yên ku Tirkiye û PDK'ê ew perwerde kir, maeş da wan, çek û wesayîtên bi zirx da wan çûn li Xanesorê şer derxistin. Êrîş kirin. Li wir şehîd çêbûn. Yanî ev êrîş, piştî ku Kek Mesûd çû Enqereyê, bi Erdogan re hevdîtin çêkir û pê ve rû dan. Vê yekê hem di nava Kurdan de, hem li qada navneteweyî dîtinek çêkir, gumanek çêkir. Ku ew êrîş li Enqereyê hatiye plankirin. Eger Kek Mesûd, PDK dibêjin 'çûyîna me ya Enqereyê ne tevlî plana Tirkiye bûyîne', wê wextê lazim e wan hêzên ku şandin Şengalê derhal paşve bikişîne. Eger ew hêz neyê kişandin, wê wextê wê her kes wer fêhm bike ku ew planeke li ser Kurdan tê meşandin û ew plan li Enqereyê hatiye amadekirin. PDK jî di nava vî planî de ye."
'Mebest anîna hemberî hev e'
Bayik got, dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin yek, dixwaze Kurd li dijî hev şer bikin, ne li dijî dijminên xwe.
Cemîl Bayik destnîşan kir, ku dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê re bi Kurdan bide windakirin û wiha dewam kir: "Ku karibin xeteriya heyî ji holê rabikin, firsenda dîrokî ji bo Kurdan bi kar bînin, encamê werbigirin. Kurd li benda vê ye, vê dixwaze. Lazim e hemû Kurd jî guh bidin vê, vê hêviyê ji bo xwe esas bigirin, vê pêk bînin. Yê ku vê pêk nîne, diyare ku li dijî yekîtiya Kurdan disekine, dixwaze xizmetê ji dagirkeran re bike. Kurd wê vê çawa qebûl bike? Kurd nikarin vê qebûl bikin."
'Em ê Êzîdiyan biparêzin'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di daxuyaniya xwe de ev bang jî li Êzîdiyan kir: "Lazim e gelê me yê Êzîdî zanibe, ku ew ne bi tenê ye. Em li gel wan in. Çawa ku me li dijî DAIŞ'ê ew parastin, ji vir û pê ve jî kî êrîşî Êzîdiyan bike, em ê gelê xwe yê Êzîdî biparêzin. Ev wezîfeyeke me ya neteweyî ye, exlaqî ye, însanî ye. Lazim e hemû Kurd li Êzîdiyan xwedî derkevin. Xwedîderketina li Êzîdiyan xwedîderketina li xwe, xwedîderketina li însaniyetê ye. Êrîşa li dijî Êzîdiyan, tinekirina Êzîdiyan tê wateya tinekirina Kurdan. Êzîdî koka Kurdan e. Eger Kurd dixwazin xwedî li xwe derkevin, xwedî li pêşeroja xwedî derkevin, azadiya xwe bi dest bixin, bigihêjin jiyaneke azad û demokratîk, lazim e bizanibe ku ew rêya vê xwedîderketina li Êzîdiyan e.
DAIŞ’ê wê Şengal bi temamî xistibûya destê xwe. Ev ji bo Kurdan dibû şermeke mezin. Careke din wê Kurdan nekarîbûya gav bavêta Şengalê. Ji ber ku PKK li dijî DAIŞ'ê sekinî, nehişt ku Şengalê bi temamî bi destê xwe bixe, nehişt ku komkujî li Êzîdiyan bê kirin, Êzîdî parast, îro Êzîdî li Şengalê li ser îrade û nasnameya xwe, nirxên xwe ji nû ve ava dikin. Meseleya Şengal-Êzîdiyan, ne meseleya partiyekê ye, ya hinek partiyan e, ya Başûr tenê ye. Meseleya Êzîdiyan li ser meseleya partiyan e. Meseleya hemû beşên Kurdistanê ye, meseleya însaniyetê ye. Ji ber vê yekê lazim e hemû Kurd, însaniyet li Êzîdiyan xwedî derkevin ku Êzîdî karibin xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Ev dikeve xizmeta PDK, Başûr, beşên din, dikeve xizmeta însaniyetê.
ANF/BEHDÎNAN