Şerê li sê eniyan didome
Li taxa Kaniya Kurda şervanên YPG'ê li hemberî çar êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û di encama şer de 15 çete hatin kuştin.
Li Girê Miştenûrê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn çêbûn. Li gor agahiyan YPG'ê nuqteyeke komên çete armanc girt û di encamê de 8 çete hatin kuştin. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe jî dewam dike. Li ser riya Heleb û gundê Termek pevçûn şer û pevçûnên dijwar dewam kirin û di encama şer de 10 çete hatin kuştin û tirimbêleke çeteyan hat rûxandin. Hêzên YPG'ê li dijî nuqteyeke komên çete ya li rojavayê herêmê çalakiyek li dar xist, li vir jî komên çete paşde vekşiyan û hejmara kuştiyên çeteyan nehatiye zanîn. Komên çete bi alîkariya digrin ji sê aliyan ve bi tank û çekên giran êrîşî Kobanê dikin, şervanên YPG û YPJ jî li hemberî wan disekinin û êrîşên wan dişkînin.
KOBANÊ