
Wezîfeya 6 mehan
Li gor daxuyaniya Hakem Xelo, ciwan dê werin perwerdekirin da ku ji bo êrîşan amade bin, wê çend mehan xizmeta parastina herêmê bikin, cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigrin û erka xwe ya li hemberî êrîşên li dijî welatê xwe pêk bînin. Xelo da zanîn ku qanûn bi xwe nerme û ne asê ye. Kesên ku qanûn li ser wan pêk tê, şeş meh xebatên parastinê jê tê xwestin. Kes dikare şeş mehên xwe di nava salekê de du yan jî sê beşan de temam bike. Her carê çend mehan biqedîne. Hakem Xelo wiha got: "Xortên temênên wan di navbera 18 û 30 salan de qanûn li ser wan pêk tê û Ji her malbatekê kesek tê xwestin ku di erka parastinê de cihê xwe bigirin. Qanûn ji bo xortan mecbûrî ye, lê jin xweser in û li gorî xwesteka xwe dikare vê erkê pêk bîne an jî na. Malbatên ku kesekî/ê wê di nava YPG, YPJ û Asayîşê de cihê xwe digrin, her wiha malbatên şehîdên YPG, YPJ, Asayîş û Tevgera Rêzgariya Kurdistanê, her wiha kesê ku di malbata xwe de tekane (tenê) be ji vê erkê tên efûkirin. Kesên ku dixwînin jî ji bo xwendina xwe temam bikin dikarin pêkanîna erkê şûnde bidin da ku ziyan negihêje xwendina wan, her wiha mafê wan e ku erka xwe di nava du salan de temam bikin. Kesê ku malbata xwe xwedî dike, di şeş mehên pêkanîna erkê de wê alîkariya madî bi malbata wî re were kirin."
ENKS tevlî parastinê nabe
Derbarê dijberiya ENKSê ya ji bo vê qanûnê jî Xelo diyar kir ku wan reşnivîsa qanûnê ji ENKSê re rêkirine û daxwaz ji wan kirine ku nerîn û pêşniyarên xwe bikin da ku karibin bi hev re qanûnekê derbixin. Lê ewan di vê mijarê de berpirsyar tevnegeriyane. Hakem Xelo derbarê hevdîtinên li gel berpirsên ENKSê û nêzîkbûna wan de wiha axivî: "Em wekî Şandeyek bi navê Meclîsa Zagonsaz bi Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) Tahir Sifûk re civiyan û me nameya xwe dayê. Naveroka nameyê reşnivîsa vê qanûnê bû. Armanca me ew bû ku ew jî nerînên xwe derbarê vê qanûne de bidin û pêşniyarên xwe bikin û tevlî vi kari bibin ku em karibin bi hev re qanûneke li gorî rewşa heyî ya parastinê derxin. Lê mixabin heta niha tu bersiv nedane me."
Ji erka xwe direvin
Hakem Xelo axaftina xwe wiha dewam kir: "Me xwest em partiyên ENKS'ê yek bi yek bibînin. Ez bi xwe bi sekreterên sê partiyan wekî Feysel Yûsif, Nesreddîn Îbrahîm, Ebdulsemed Xelef Biro re ketim nava têkiliyan. Her siyan jî gotin ku wekî partî û rêveberiya ENKS'ê ew bi Rêveberiya Xweser re nacivin û hatina wan li gel xwe red dikin. Hin aliyên din jî yên ENKS'ê wekî Ehmed Berekat got ku em nikarin bi we re bicivin. Yanî helwesta wan eşkere û zelal xuya dike. Ev partiyên ku li dijî vê qanûnê derdikevin, girêdayî hêzên derve ne. Çanda, rih û vîna van partiyan a berxwedaniyê tune ne. Ji xwe re fêr bûne rihet rihet xwe wekî welatparêz nîşan bidin, lê tu rastiya welatparêziyê li gel wan tune ye. Pirsgirêk ne tenê ev in, em çi dikin ew jî li dijî me derdikevin. Jixwe ew naxwazin wekî rêveberiya xweser bi me re bicivin."
ANHA/AMÛDÊ