
´Qirkirinên HES'an û IŞİD'ê'
Buldan ragihand ku Ocalan li ser komkujiya xwezayê, ya jinan û kar jî rawestiya ye û wiha gotiye, "Komkujiyên HES'ê û yên IŞİD'ê heman in. Di navbera wan de berhemberiyek heye. Bi rastî ev yek sedema serhildan û isyanê ne. Derbarê taşeronî, bê sendiqayîbûnê de têkoşînek, hewldanekî we heye lê belê ez çareseriyek mayînde û berfireh dixwazim. Ger di van waran de rêxistinbûnek berfireh pêk were, dê derbarê komkujiyên, jinan, xwezayê, kar û kurdan de em dikarin komkujiyên IŞİD'ê jî li vê zêde bikin dê çareseriyek bê dîtin."
'Girtiyên nexweş'
Buldan anî ziman ku Ocalan bi gotina, "girtiyên kanser jî nayên berdan" li hemberê helwesta hikûmetê ya ji bo girtiyên nexweş nerazîbûn nîşan daye û wiha gotiye: "Ev helwdanekî exlaqî nîne. Peywira ket ser me, me pêk anî, lê wan nexweşên ku mideya wan qulbûye jî bernadin. İsrailê li hemberî leşkerekî hezar girtî serbest berdan. Divê di destpêka pêvajoyê de ev pirsgirêk çareser bibûya. Divî warî de me niyeta xwe ya pak nîşan da, lê mixabin hikûmet vê yekê nîşan nade." Buldan destnîşankir ku Ocalan derbarê pevajoya çareseriyê de jî nirxandina kiriye û gotiye ku "li gel hemû tengasî, astengkîrin, provakasyon û giran girtina hikûmetê, valaderxistinên yekalî pêvajoya diyalogê ku em dimeşinin bi formatekî nû, ketiye merheleyek nû di dema nêz de dê encamên girîng bide."
Heyetan saz bikin
Buldan ragihand ku Ocalan ji bo pêvajoyê gotiye ku dê ev pêvajo ne tenê ya Tirkiyeyê dê karibe qedera heremê jî biguhirîn e. Buldan ragihand ku Ocalan ji hikûmeta nû xwestiye ku bê hincet demildest ji bo sererastkirinên pratîk gavan bavêje. Buldan got ku Ocalan daxwazên xwe yê pêvajoyê jî bi wan re parvekiriye gotiye ku divê demildest û bi lez, "sekreterya, heyeta muzakereyên demokratîk û lijneya şopandinê" bên avikirin. Buldan bi bîrxist ku Ocalan gotiye, hevdîtinên wan bi heyeta dewletê re didome û ji bo hikûmeta nû jî tu nirxandin nekiriye. Buldan wiha got: "Beriya çûyina me bi heyeta dewletê re hevdîtinek hatibû lidarxistin. Hevditinên rutîn in. Ewil heyeta dewletê diçe û pişt re jî em diçin hevdîtin dikin. Got ku divê hevditinên we bi hikûmeta nû re bidom in. Ji ber ku serokwezîr berpirsiyariya pêvajoyê hildaye ser xwe vê yekê giring nirxand. Got ku hikûmet dem winde neke û gavên şênber biavêje."
Tehlukeya komkujiyan
Buldan got ku Ocalan berxwedana yekîniyên Berxwedana Şengal û Rojava slav kiriye û di vê warê de wiha gotiye: "Di serî de ez gelê me yê li Şengal û Rojava li hemberê komkujiyan di sedsala 21'an de berxwedana destanî dide nîşan û hêzên hevparê wan ku berxwe didin ez bi slavên taybet wan slav dikim. Divê gelê me ji bo gelê Êzîdî di nav seferberiyê de be û li wan xwedî derkeve û di hemû warî de piştgirî bide wan. Bi qasî gelê Êzdî gelê Asûrî û Suryanî jî bi talukeya komkujiyê re rû bi rû ye. Parastina mafê jiyana hemû gelan meseleya rûmetê ye, temîneta jiyana hevpar e." Buldan destnîşankir ku Ocalan di warê Kongreya Neteweyî ya Kurd de jî nirxandina kiriye û wiha gotiye: "Divê ev ne lihevhatinên derbarê konferansê de êdî bi dawî bibe. Helwesta birêz Talabanî û Barzanî jî di vî warê de girîng e. Divê hevdîtinên bi Barzanî û Talabanî re bidom in."
Parastina xwezayê
Buldan diyarkir ku Ocalan derbarê pirsgirêkên av, ax, enerjiyê û talankirina xwezayê de jî nirxandinên girîng kiriye û gotiye ku divê gel û civak divê warê de bê rêxistinkirin. Buldan destnişankir ku Ocalan gotiye, "Divê ev rêxistinkirin bi dirûşmeya 'Em ava xwe, axa xwe, enerjiya xwe komûnal bikin jiyana demokratîk û azad ava bikin' bê li darxistin." Buldan got ku Ocalan xwestiye ev dirûşme hertim bê bikaranîn. Buldan got ku Ocalan ji bo rêveberiya nû ya DTK'ê jî serkeftin xwestiye û gotiye ku dê DTK di nav sed salê pêşiya me de bibe xwediyê peyvirek girîng û wiha domand: "Ocalan ji bo xebatkarên HDK û HDP'ê jî slavên xwe şand. Ocalan got ku li pêşiya HDK'ê peyvira çareseriya pirsgirêkê cepgir û Tirkiyeyê heye û xwestiye ku hemû rewşembîr beşdarê vê xebatê bibin. Ocalan xwest ku HDK bê bi hêzkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN