Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Dêrikê dewreyeke perweredeya leşkerî derbarê bikaranîna çekan û parastina cewherî de ji bo 35 jinan hatibû destpêkirin, bi dawî kir. Dewre bi navê Dewreya Şehîd Ekîn Wan hate organîze kir. Dewreya perwerdeyê 10 rojan dewam kir û bi merasîmekê bi dawî bû. Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî Hediye Ebdullah di merasîmê de derbarê girîngiya perwerdeyên leşkerî ji bo jinan axivî û got divê hemû jinên herêmê xwe di aliyê leşkerî de birêxistin bikin.
Hediye Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir da ku beşdarî nava Hêzên Parastina Cewherî bibin û herêmên xwe biparêzin.Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ANHA/DÊRIK
Ew bi xwe kampê diparêzin
Ciwanên Êzîdî yên kampa Newrozê li bajarê Dêrikê parastina xwe bi xwe dikin.
Ciwanên Êzîdî yê ji kampê, ji bo rewşa Rojava û êrîşan sîstema xwe ya parastinê ava kirine û her ciwanek parastina kamp û mala xwe dike.
Ciwanên li kampa Newrozê li ser giringî û parastina kampê ji ANHA’yê re axivîn.
Ciwanê bi navê Sebah Cirdo di Kampa Newroz de cihê xwe di parastinê de digire, Cirdo armanca parastina kampê û girtina nobetê wiha ragihand: “Parastin erkek e li ser milê me. Bi pêşxistina tiştekî bi rengî di nav ciwanên Êzîdî de dema ku em vegerin Şengalê em xwe bi xwe parastina xwe bikin. Ji bo ku tu tevkujiyên din bi ser gelê me yê Êzîdî neyê.”
Cirdo di dawiyê de bang li ciwanên Êzîdxanê kir da ku tevlî Yekîniyên Berxwedan Şengalê (YBŞ’ê) bibin û xwedî li şoreşa Şengalê derkevin.
Her wiha ciwanê bi navê Xelef Şeref jî axivî û diyar kir ku ew jî weke Êzîdiyên Kampa Newrozê mîna hemû cîhanê parastina xwe dikin û wiha peyivî: “Ji bo ku gelê me hêsan bijî û tirsek nebe, em parastina kampa xwe dikin.”
RÊBER ŞENGALÎ/ANHA/DÊRIK