Zanyar li Kanadayê bi ser şopa parzemîneke wenda ve bûn. Li gorî encamên lêkolînên jeolojîk û kîmyewî yên li ser kevirên ji zinarên Girava Baffin a li Nunavut girtî, ev Girav parçeyek ji parzemîneke wenda ye. Sirra meseleyê di kevirekî volkanîk ê tê de dîamant çêdibin ê bi navê kimberlite de hat dîtin. Zanyaran tê derxist ku kîmyaya mîneralên girava Baffin tam li gorî ya wê parzemîna beriya 3 milyar salan çêbûyî û beriya bi 150 milyon salan jî jihev belavbûyî ye. Hin parçeyên vê parzemînê li peravên Bakurê Emerîkayê ye.
NAVEDA NÛÇEYAN