Piştî ku Fransayê 10 zarokên sêwî yên dêubavên wan çeteyên DAIŞ’ê yên Fransî birin Fransayê, parêzerên malbatan dixwazin Franse her 200 zarokî bibe. Parêzer William Bourdon, Emmanuel Daoud, Marie Dosé, Henri Leclerc, Martin Pradel, Ludovic Rivière û Gérard Tcholakian li ser France Info nameyeke vekirî weşand. Wan bi bîr xist ku rayedarên Kurd jî ji welatên Ewrûpî dixwazin welatiyên xwe bibin û ji xwe ji ber vê Fransayê 10 zarokên sêwî birine. Parêzer dibêjin 200 zarokên Fransî hîna li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hene û divê Fransa wan jî bibe. PARÎS