Hêzên Hewarî û Têkoşîna li dijî Sûcan a bajarê Hesekê parêzer Yasir Ebdê di mala wî de doh kuştî dîtin. Yasir Ebdê bi sîlehê hatiye kuştin.
Xizmên parêzer agahî dan hêzên ewlekariyê ku bêhneke xirab ji mala wî tê û du rojan parêzer winda bû, ji ber wê guman bi wan re çêbû.
Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundrîn diyar kir ku kesên parêzer kuştine, erebeya wî jî dizîne.
Cenazeyê Yasir Ebdî şandin nexweşxaneya gel da ku ji aliyê bijîşkê şerî (tiba edlî) ve were lêkolînkirin. Lêkolîna der barê bûyerê de didome.
ANHA/HESEKÊ