Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Rezan Sarica, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, 10 car in serlêdanê dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.

 STENBOL