Êvara roja Şemiyê (19.11.2016) li ber çemê gundê Giryane yê 21 kîlometroyan li bakurrojhilatê Helebceyê, 5 çekdarên ne naskirî hatin dîtin. Piştî ku hêzên ewlekariyê hatin agahdarkirin, di navbera çekdaran û hêzên asayîşa Helebceyê de şer qewimî.
Derbarê mijarê de Parêzgarê Helebceyê Elî Osman got: “Niha rewşa ewlekarî ya Helebce û navçeyên wê di bin kontrolê de ye û ti pirsgirêkeke ewlekariyê nîne. Ew devera ku çekdar lê hatine dîtin di bin dorpêçê de ye û çekdaran xwe veşartiye.”
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê vê koma çekdaran wekî terorîst bi nav dike û dibêje, bi hevkariya asayîşa Şarezûrê dor li wan hatiye girtin.
Pêşmergeyê bi navê Merîwan Mihemed Emîn (27) li gel 3 hevalên xwe ji bo geştekê çûbû gundê Giryaneyê û li wir rastî vê koma çekdar hatibû. Merîwan û hevalên wî, derbarê komê de asayîşê agahdar dikin û di vê navê de koma çekdar guleyan li wan dibarîne û Merîwan bi sivikî birîndar dike. n HELEBCE