Yekem car di pêşengeha pirtûkan a Qahîre de parêznameya çaremîn a manîfêstoya Şarestaniya Demokratîk (Kirîza Medenî û Çareseriya Demokratîk a Rojhilata Navîn) a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêşkêşkirin.
Saziya Çapemeniya ya bi navê Ixbar El-Yom ku yek ji mezintirîn saziyên çapemeniyê yên li Misirê tên naskirin û li ser asta cîhana Ereban û navdewletî bi nav û deng e, yekem car di peşengê de pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir.
Nivîskar û rojnamavanê Kurd Hesen Yasîn ku tevlî pêşangehê bûbû, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ev cihê serbilindahiyê ye ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengehan de were pêşêkêşkirin.”
Pêwîst e her kes pirtûkên Ocalan bixwîne
Yek ji beşdarên pêşangehê Dr.Mehmûd Zayid jî got ku pêwîst e her kes pirtûkên Ocalan bixwîne ji ber ku tê de fikirên nû ji bo çareseriya aloziya Rojhilatan Navîn û Sûriyê hene.
Her wiha Mehmûd Zayid hêvî kir ku hemû pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Misir werin çapkirin û belavkirin.
Pêşengeha pirtûkan a Navnetewî ya Qahîreyê her sal tê lidarxistin û ji tevahiya dewletan beşdarbûn çêdibe.
QAHÎRE