Dayika Nazlî her şev bi endamên komîteya parastinê, endamên YPJ‘ê çeka xwe radike ser milê xwe û  ji seat 23.00 heta serê sibehan parastina taxa xwe dike.

Dayika Nazlê diyar kir ku gelê Kurd piştî têkoşînek ji ked û xwîna têkoşeran destkeftiyên mezin bi dest xistine û wiha axivî: “ Ji ber vê yekê divê her kes zarok, ciwan, jin û mêr destûr nede ku tu kes îradeya wan têk bibe û di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin.”


Ji bo bûyerên wek Kobanê dubare nebin

Dayika Nazlê berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan tedbîrên xwe ji bo parastinê girtine ji bo bûyerên weke ê li Kobanê  û Cizîrê carek din dûbare nebin. Di dawiya axaftina xwe de dayika Nazlê soz da ku şopdarê rêya têkoşeran azadiyê be û heta dilopa xwîna xwe ya  dawî destkeftiyên ku bi saya keda têkoşeran hatiye bidestxistin biparêze.


ZÊRÎN ÊZÎD XELO/ANHA/EFRÎN