Festîvala ku ji aliyê Kolektîfa Hunermend û Sînemavanên Kurd ên li Parîsê (COCDARK) û TEV-ÇAND a Parîsê ve tê organîzekirin, diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Rojava hat kirin. Di bernameya pêr a festîvalê de dokûmantera 'Hêvî' ya derhêner Yuksel Yavûz hat nîşandan. Dokûmantera 'Hêvî' dîroka şerê qirêj ê 30 salan li Kurdistanê bi rê ve çû, vedibêje. Dokûmantera ji 3 beşan, 99 deqe ye. Derhêner Yuksel Yavûz, bi vegotina çîrokên Sakîne Cansiz, Gultan Kişanak, Eren Keskîn û Aysel Tûglûk re hewl dide têkoşîna destanî ya 30 salên dawî ya jinên Kurd raxe pêş çavan. 

‘Min xwest  têkoşîna jinên Kurd vebêjim’

Piştî nîşandana fîlm derhêner Yuksel Yavûz bersiv da pirsên temaşevanan û diyar kir ku nîşandana fîlm li Parîsê ji bo wî gelekî girîng e.

Yavuz got, "Ji ber ku yek ji 4 karakterên fîlm Sakîne Cansiz li Parîsê hat qetilkirin, nîşandana vî fîlmî li Parîsê ji bo min gelekî girîng bû." 

Yavûz armanca xwe weke vegotina têkoşîna jina Kurd îafde kir û got, "Min xwest têkoşîna jinên Kurd a bi pêş ve diçe, bi rêya sînemayê ji temaşevanên li Ewropayê re ragihînim. Ji ber vê yekê bi rêya çîrokên Cansiz, Kişanak, Keskîn û Tûglûk, min ji destpêka vê têkoşînê destpê kir û hewl da heta roja îro vebêjim.”


ALÎ GULER / ANF/PARÎS