Festîval îsal di 5'ê Tîrmehê de li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Erdal Çewlik da xuyakirin ku lidarketina festîvalê li Parîsê girîng e û bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku 5'ê Tîrmehê beşdarî festîvalê bibin. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan, ku mezintirîn organîzasyona ciwanên Kurd ên li Ewropayê ye, ev 16 sal in bênavber dewam dike. Festîvala ku her sal bi beşdariya bi hezaran ciwanên Kurd tê lidarxistin, ji aktîvîteyên çandî û pêşbaziyên sporê re mêvandariyê dike.


Îsal a 17. pêk tê

Festîvala ku sportvanên profesyonel û amator ên li Ewropayê tîne cem hev, îsal li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin.
Festîvala di 5'ê Tîrmehê de pêk tê, diyarî gerîlayên ciwan Rahîme Akşahîn (Zenda) û Mûrat Aksoy (Têkoşer) ên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, tê kirin. Serketiyên tûrnûvayên futbol, kickboks, voleybol, bez û salonên sporê yên ev 3 meh in li 20 navendên Ewropayê tên lidarxistin, wê di festîvalê de ji bo yekemîniyê li ber xwe bidin. Di 4'ê Tîrmehê de jî wê maçên futbolê yên navendî werin lidarxistin. Di festîvalê de ji bo zarokan jî pêşbazî hatine amadekirin. Li gel pêşbaziyên sporê festîval ji aliyê çandê ve jî xwedî bernameyeke dewlemend e; Koma Bajar, Servet Kocakaya, Bêrîvan, Tolhildan, Arîn û Kawa wê derkevin ser dikê. Tê payîn ku di festîvalê de ji BDP'ê jî beşdar hebin.

Banga beşdariyê hat kirin

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Erdal Çewlik da xuyakirin ku festîval 16 sal in bênavber dewam dike û got, "Festîvala me ev 16 sal in bûye kevneşopiyek. Festîval ji diyarî hevalên ku ji Ewropaya ku navenda modernîteya kapîtalîst e rabûne li çiyayên Kurdistanê têkoşiyane û şehîd ketine hatiye kirin. Ev yek festîvalê hîn bêtir watedar û girîng dike." Çewlik bal kişand ser cihê lidarketina 17. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan û bi vî rengî axivî: "Di têkoşîna me ya azadiyê ya çil salan de, komkujiya Parîsê ji bo me hovîtiyeke. Ciwanên Kurd wê ti carî vê ji bîr nekin. Têkoşîna me jî wê li ser nirxên van şoreşgeran afirandine, bi pêş bikeve. Li hemberî êrîşên îro li hemberî Kurdistanê bi taybetî jî li hemberî Rojavayê Kurdistanê tê kirin, wê bi ruh û coşa ciwantiyê bersiv were dayîn."
Erdal Çewlik diyar kir ku ji bo hîn bêtir xwedî li têkoşînê were derketin divê hemû ciwan roja 5'ê Tîrmehê li Parîsê bin û ev bang kir: "Em zarokên gelekî ziman, çand û nasnameya xwe hatiye qedexekirin e. Hevalên Şehîd Zenda û Koçer li hemberî vê zîhniyeta înkarê têkoşiyan û şehîd ketin. Ji bo xwedîderketina li bîranîna wan, xwedîderketina li şehîdên Kudistanê divê em bi hêzeke mezin beşdarî." 17. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan 5'ê Tîrmehê li Parîsê tê lidarxistin. 

ANF/PARÎS