Li paytexta Fransayê Parîsê, salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê wê pîrozbahiyeke mezin were organîzekirin.
Kurdên li Parîsê di salvgera 35’an a Pêngaa 15’ê Tebaxa 1984’an de wê şevekê li dar bixin. Ji bo şeva ku wê 15’ê Tebaxê saet 18.00’an dest pê bike, bernameyeke dewlemend hate hazirkirin. Tê payîn ku gelek kes tevlî şevê bibin. Komîteya amadekar, Kurd û dostên Kurdan vexwendin şevê. Komîteyê got, ew ê şevê li ‘’Palace de Villiers’’ê çêbikin. Di şevê de ji bilî Koma Berxwedan, Kawa, Sosin, Peywan Arjîn, Şemdîn, Cewat Merwanî, Seyîdxan, Xemgîn Bîrthat, Xezal, , Berîvan, Comert, Nuarîn, Rotînda, Bengî Agırî, Zarîfe, Jala, Cîhan Çelîk, Maruf, Çetîn Zîlan, Deza Amed derdikevin ser dikê.
ANF/PARÎS