Li Başûrê Kurdistanê rewşa krîza siyasî ya li herêmê, di heman demê de veguherî krîza bi hikûmeta navendî ya Iraqê re jî. Çav li rê ye di nava vê keşmekêşê de îro parlamena herêmê bicive. Ji ber ku DYE´yê eşkere banga paşvexistina referandûmê kir, niha çav li parlamenê ne, ka gelo wê biryara referandumê wê piştrast bike, yan ew ê referandûmê taloq bike.

Biryar bû ku Parlamena Başûrê Kurdistanê, piştî ku beriya bi du salan PDK´ê yekalî xebatên wê betalkirin û serokê wê yê ji Gorranê ji Hewlêrê kir der û nehişt bikeve Hewlêrê, doh bicive. Lê ev civîn hat paşvexistin û çav li rê ye parlamen îro bicive.

Tevî PDK´ê, koma YNK´ê ya di parlamenê jî bi rêya seroka xwe Bêgerd Talabanî da zanîn ku ew ê di rûniştina parlamenê ya îro de amade be. Talabanî da zanîn kku ji bo wan mijara serokatiya parlamenê jî ne girîng e.

Biryara civîna Parlamenê ya Encûmena Bilind a Referandumê bû. Li ser mijarê Seroka koma YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî got; “Encûmeniya rêveber a YNK’ê biryar daye ku tevlî aktîfkirina parlamentoyê û rûniştina parlamenê bibin. Heger Tevgera Goran û Dr. Yûsif Mihemed tevlî jî nebin, YNK wê tevlî bibe.”

Bêgerd Talebanî bi bîr xist ku Gorranê doza aktîfkirina parlamenê dikir û got; “Em li gel aliyên siyasî civiyan. Sibe (îro) parlamen wê vebe û rûniştin pêk tê. Kî sibe (îro) serokatiya rûniştina parlamenê bike bila bike, em ê tevlî rûniştinê bibin.”

 

Civata Niştîmanî ya 

Tevgera Gorran îro jî dewam dike

Li aliyê din Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran ji bo biryara dawî li ser bersiva ji bo YNK û PDK’ê li ser tevlîbûna aktîfkirina parlamenê bide, doh civiyabû û îro jî wê civîn dewam bike. 

Pêr bi şev Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran bi serokatiya Rêberê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî civiya doh civînê dewam kir û bi encam nebû.

Di civîna doh de li ser mijara aktîfkirina parlamenê û ji bo bersivdana YNK û PDK’ê ya beşdarîbûna aktîfkirina parlamenê bibin yan ne, mijara referandûmê û qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, hatin guftûgokirin.

Heta niha ji derveyî parlamenterên Komeleya Îslamî û Tevgera Gorran, aliyên din dan zanîn ku ew ê beşdarî rûniûştina aktîfkirina parlamenê bibin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’ê ve li ser biryara PDK’ê hatiye rawestandin. Piştî biryara referandûmê ya di 25’ê Îlonê de, ji meha bihurî ve PDK û YNK biryara aktîfkirina parlamenê didin. Belê hîna parlamen nehatiye vekirin.

 

Qebqebûya Iraqê gefxwarin e

Her pênc partiyên Kurdî yên li Parlamena Iraqê rûniştina doh ya parlamena Iraqê boykot kirin. Her wiha daxwaza Ebadî ya ji kar durxistina Necmedîn Kerîm xistin nav plana kar ya Parlamenê.

Têkildarî mijarê Parlamenterê Koma YNK’ê li parlamena Iraqê, Ferhad Qadir got, “Di rûniştina berê de referandum bi biryarekê ji aliyê parlamena Iraqê ve bêyî biryara komên Kurdî, hat redkirin. Ji ber wê me jî rûniştin boykot kir.”

Ferhad Qadir wekî din îşaret bi xemsariya parlamena Iraqê beramberî daxwazên wan kir û got, “Heya niha serokatiya parlamentoyê bersiva daxwazên me komên Kurdî ne daye. Daxwazên me jî hinek xalên li ser aliyên ne qanûnî û sedemên me ya bicihhiştinê bûn ku me pêşkêşî serokatiya parlamenê kir. ji ber wê me boykota xwe dewam kir.”


Bersiva herî baş parlamena Kurdistanê ye

Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê banga bikaranîna hêzê ji aliyê Parlamena Iraqê ve weke gefeke cidî ya li dijî ewlehiya gelê Kurd bi nav kir û got; “Bi heman hişmendiya hikûmeta pêştir a Iraqê tevdigerin.” 

Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê doh li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê û Serokê wê, Nîmet Ebdullah peyama der barê rûniştina Parlamena Iraqê ya 12’ê Îlona 2017’an û helwêsta li hemberî referanduma Başûrê Kurdistanê, xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Referandum pêvajoyeke yasayî û demokratîk e. Li gel pîvanên mafê mirov û qanûnên navneteweyî guncaw e.

Parlamena Iraqê banga bikaranîna hêzê dike. Ev jî gefek cidî ye li ser ewlehiya gelê Kurdistanê. Bi heman hişmendiya hikûmeta pêştir tevdigerin. Yekîtiya Parlamenteran vê biryara Parlamentoya Iraqê bi tundî şermezar dike. Bersiva herî baş ji bo vê jî tifaqa gelê Kurdistanê û bersiva qanûnî ya Parlamena Kurdistanê ye.”

Di encama vê rageşiyê de di encama dengdana li Parlamenta Iraqê de li ser daxwaza Abadî biryara ji kar dûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm hat erêkirin. 


 HEWLÊR/SILÊMANÎ




McGurk li gel Nêçîrvan civiya


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê DYE’yê yê Koalisyona Şerê li dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk doh civiyan. Di civîna li Hewlêrê de li gorî agahiyan ji bo nîqaş kirina referanduma Başûrê Kurdistanê û aktîfkirina parlamenê pêk hatiye. Lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser encama civînê nehatiye belavkirin.

Ev du roj in şanda Emerîkî bi serokatiya Brett McGurk li Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Beriya civîna doh bi Nêçîrvan Barzanî re pêr McGurk li Silêmanî bi Endama Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed û şanda Tevgera Goran re jî civiyabû.

Piştî civîna McGurk û Tevgera Goran, Endamê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Tevgera Goran Wişyar Omer ragihand ku Brett McGurk gotiye, ‘Emerîka ji sedê sed li dijî lidarxistina referanduma Herêma Kurdistayê’, her wiha pêşniyaz kir ku bi rêya  parlamenta Herêmê referandûm were bipaşxistin. 


 HEWLÊR