Kampanya ‘Ne Belê û Nexêr ji dervey biryara niştîmanî û saziyên fermî’ piştî civîna xwe ya li gel aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Hemû alî li ser wê yekê hem fikr in ku referandûm bê aktîfkirina parlamenê bib wê ne qanûnî be.” 

Doh li ber Ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê, rêveberên Kampanya ‘Ne Belê û Nexêr ji dervey biryara niştîmanî û saziyên fermî’ daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamê kampanyayê Herdî Ehmed daxuyanî xwend û got; “Armanca vê kampanyayê amadekarî û guftûgokirina li ser referandûmê ye. Her wiha armanc amadekariyên di çarçoveya qanûnan û dengê giştî ji bo pêkhatina vê mijarê ye. Em dixwazin van hewldanan dewam bikin.”

Herdî Ehmed got, “Cihê baldariyê ye ku PDK’ê bersiva kampanya me nedaye û endamên me pêşwazî nekir. Em dixwazin ku hemû pêkhateyên civakê û partiyên siyasî ji bo razîbûna dengê ‘Erê’ hewl bidin. Belê di encama civînên li gel aliyên peywendîdar de, hemûyan diyar kir ku bê aktîfkirina parlamenê referandûm wê ne qanûnî be. Xaleke din jî hevbeşiya aliyan û niştîmanîkirina pêvajoyê ye.”

Hêjay gotinê ye ku Kampanya ‘Ne Belê û Nexêr ji dervey biryara niştîmanî û saziyên fermî’ di 6’ê Tebaxa 2017’ê de bi pêşengiya Înstûtuya Work, Rêxistina Future  û tevlîbûna çend kesayetan hatiye avakirin. 


 SILÊMANÎ