Piştî kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis li Bexdayê, parlamena Iraqê doh pêşnûçeyek erê kir ku pê ji hikûmeta Iraqê dixwaze, eskerên Emerîkî ji Iraqê bike der, bikaranîna rêyên deryayî, bejayî û hewayî li artêşa Emerîkî qedexe bike. Ev daxwaz ji bo hêzên biyanî hemûyan tê kirin ku di navê de yên dewleta Tirk jî hene. Pêşnûma bi pirranya dengan hat qebûlkirin. Ka gelo hikûmet wê pêşnûma qanûnê qebûl bike û pêk bîne ne diyar e. Lê serokwezîrê heyî di dema rûniştina parlamenê de axaftineke alîgirê pêşnûmayê kiribû.
BEXDA