Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya tevayî parlamenteran ku ji 111 kesan pêk tê saet di 10.10’ên Hewlêrê de dest pê kir. Di xwendina sîrûda netewî ‘Ey Reqîb’ de parlamenterên Komela Îslamî ya Kurdistanê ji cihê xwe ranebûn. Ev yek jî bû sedem ku rastî nerazîbûna fraksyonên din ên di nava parlamentoyê de were.

Endamê parlamentoya Kurdistanê yê fraksyona Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ferhad Sengawî jî di xwendina sondê de, sond bi Kerkûkê xwar. Piştî rastî rexneyê hat neçar bû dûbare sond xwend. Sengawî ji rojnamevanan re got: “Mafê kesê nîne rexne li Eyreqîb bike.” Hemû fraksyonên parlamentoyê li ser wê yekê hemfikirin ku hikûmeta nû bi beşdariya hemû partî û aliyên siyasî yên beşdarî parlamentoyê bûne, were avakirin.”
Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmûd ji DÎHA’yê re axivî û xwest hikûmeta nû bi beşdariya hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bê avakirin.
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Umît Xoşnaw û Serokê Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Merwan Gelaleyî destnîşan kirîn ku ew dixwazin hikûmetek bi beşdariya hemû aliyan çêbibe.
Parlamenterê Tevgera Goran Bêstûn Farûq jî destnîşan kir heta niha Tevgera Goran ti namzetek ji bo serokatiya parlamentoyê diyar nekiriye, lê bê guman wê namzedekî wan hebe. 
Rûniştina parlamentoya Kurdistanê bêyî diyakirina serokê parlamentoyê bi dawî bû.

DÎHA/HEWLÊR