Parlamenterê Partiya Çep ê Swêdê, Daniel Riazat diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de, Wî doh li Parlamenta Swêdê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Parlamenterê Swêdî daxuyaniyek da çapemeniya Swêdê. Wî bi bîr xist ku Leyla Guven a ku 7’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê kiriye, 114 (îro 115) roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û çalakî li çar aliyên cihanê belav bûye.

Kurd tenê mafên bingehî dixwazin

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tenê daxwazeke çalakgerên greva birçîbûnê heye. Ew jî; bidawîbûna kiryarên dewleta Tirk ên li derveyî mirovahiyê yên li dijî Kurdan û bidawîbûna tecrîdkirina lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Mafê bingehîn ê Ocalan tê binpêkirin. Ji sala 2011’an û vir ve destûr nayê dayin ku parêzerên xwe bibîne. Hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re pîvaneke hiqûqê ye ku li tevahiya dinyayê hatiye qebûlkirin.”

Daniel Riazat got, 1’ê Adarê (doh) li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan greva birçîbûnê dest pê bike û hate gotin, “Ji ber vê yekê, ji bo parastina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, ji bo piştgiriya bi Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê re em dikevin greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan.”

Endama Desteya Rêveberiya Forûma Navneteweyî ya Çep, Yekbûn Alp û Parlamenter Riazat bi hev re dest bi greva birçîbûnê kirin.

Riazat û Alp doh saet 16’an li avahiya parlamentê civîneke çapemeniyê li dar xist û piştre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stockholmê greva birçîbûnê dewam kir.

Piştgirî dewam dike

Li aliyê din çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re dewam dikin.

Li bajarên Stockholm û Malmo yên Swêdê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin û li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê agahî ji raya giştî re hatin dayin.

NCDK a Swêdê jî bi daxuyaniyekê nivîskîbanga beşdariya çalakiya îro li Stockholmê kir.

 

ANF / STOCKHOLM