Lê ew niha li çiya ji bo baweriya xwe û hebûna xwe biparêzin li ber xwe didin. Cindî dest nîşan kir sê xalên sereke divê her mirovek di cîhanê de bizani be “Êzîdî li çiyayê Şengalê li ber xwe didin û ola xwe ji êrîşên hov yên çeteyên DAIŞ’ê diparêzin. YPG’e û HPG'e bi sedan welatiyên Şengalê ji êrîşan xilas kirin û gihandin Rojava. Ev bêbextiyeke li Êzîdiyan hatiye kirin û vê bêbextiyê hişt ku Êzîdî xwe bi xwe biparêzin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ava bikin.”


YBŞ hêz rewa ye

Cindî destnîşan kir êrîşên li ser Şengalê bû tecrubeyek ji bo Êzdiyan ''Piştî tecrubeyên gelê  Şengalê û xemsariya PDK'ê  ya li beramberî êrîşên DAIŞ’ê pêwîst kir ku em YBŞ'ê ava bikin û wek hêza rewa ya Êzîdiyan bidin nas kirin. Niha bi hevkariya YPG’e û HPG'e em li hember çeteyan disekinin û ji bo parastina deverên Êzîdiyan. Cindî wiha got :''Berxwedana Şengalê berxwedana Êzîdiyan e û YPG’e û HPG'e kurdên Êzîdî ji êrîşan parastin û di riyek ewle de derbasî Rojava kirin, gelê Rojava tevî rewşên wan yên dijwar jî piştgirî didin koçberan.''

PDK bêbextî kir
Cindî di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser hêzên PDK'ê bêbextiyek li kurdên Şengalê kirine û ev bêbextî tu carî nayê ji bîr kirin. Divê her welatek komkujiyên di derbarê Êzîdiyên Şengalê de wek pêngava qirkirina Êzîdiyan nas bikin, ya girîngintir pêwîste em bi wêneyên kamerayan girtî û yên li ser înternetê belavbûyî van komkujiyan bidin îspat kirin.

ŞENGAL