Parlamenterê YNK’ê yê li Parlamenta Iraqê Ferhad Qadir der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û da zanîn, ku ne tenê parlamenterên Kurd parlamenterên Erebên Şîa û Sûnî jî mora xwe danîne binê danezanê. Qadir got, “Weke ku tê zanîn li Bakurê Kurdistanê bajarên Amed, Şirnex, Mêrdîn û navçeyên wan, li dijî Kurdan komkujî tên kirin, sivîl tên qetilkirin. Heta niha bi sedan mirovên sivîl qetil kirin. Her wiha ambargoya aborî jî dimeşînin. Xizmeta tenduristiyê tê astengkirin. Jiyana rojane ya mirovan teviziye. Ji ber vê yekê me ji rêveberî, ji hikûmeta Iraqê xwestin, ku ji bo bidawîkirina vî şerî zextê li dewleta Tirk bike.” 


 KERKÛK