Parlementerên Swêdê, di nameya ku Serokomar û Serokwezir re şandin de diyar kirin ku demeke berê ji partiya Çep ya Swêdê parlamenter Amine Kakabaveh, Ulla Andersson, parlementerê Mesîhiyên Demokrat Anders Andersson, parlementerê Sosyal Demokratan Peter Hulkvist, ji partiya keskan Bodil Ceballos û Jabar Amin jî heman helwêst nîşan dabûn û bi nameyên xwe ji maqamên Turkiyê xwestibûn ku qedexeya derketina derveyî welêt ji ser Demirbaş rabe.
Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK jî di civîna xwe ya giştî de pirsa siheta Demirbaş kirin mijara niqaşê. Serdana Rêvebiriya giştî ya CHAK ê li Amedê û ziyaretkirina Demirbaş hate qalkirin û biryar hate dayîn ku li 11 welatên ewropayê tevayê şaxên CHAK ê piştgiriyê bidin xurtkirina kampanyayê û kampanya ji aliyê cigirê serokê rêkxistinê Gabar Çiyan bê raçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN