Dr. Seevan Seîd: Bi qasî em dizanin bêhtir ji sedî 50´ê xelkê boykot kiriye, neçûye ser sindoqê. Ango Partiya Boykota Kurdistanê mezintirîn partî bû vê carê.

 

LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Doktor Seevan Seîd ê ku li zanîngeha Shaanxhi Normal dersdarê beşa siyasetê û pisporiya wî siyaseta Rojhilata Navîn û nexasim jî Iraq e, hilbijartinên ji bo parlemana Başûrê Kurdistanê weke serketina boykota gel a nerêxistinkirî bi nav kir. Li gorî Seevan Seîd, di hilbijartinan de aliyê “gendeliyê” û aliyê “boykotê” hebû û  êdî pirraniya xelkê baş dizane ku dawî li desthilata heyî ya “gendeliyê” bi hilbijartinan nayê. Dr. Seevan Seîd wekî din got, êdî xelk hilbijartinê weke alternatîf nabîne û fêm kiriye ku belkî şoreşek alternatîf be.

Mirov hilbijartinên parlamenê li Başûrê Kurdistanê çawa binirxîne? Em encaman dikarin çawa bixwînin?

Bi şiklî hilbijartin çêbûn. Lê partiya herî mezin ya rastî ya dengnedanê, ango boykot bû. Bi qasî em dizanin bêhtir ji sedî 50´ê xelkê boykot kiriye, neçûye ser sindoqê. Ango Partiya Boykota Kurdistanê mezintirîn partî bû vê carê. Bi her halî, herdu partiyên gendeliyê, bi hîleyan, bi lêdana xelkê, bi tepisandina namzetên aliyên din bûn partiyên herî xurt. Hîna encamên fermî nehatine eşkerekirin, lê PDK ji 111 kursiyên parlamenê wê herî kêm 35´an bi dest bîne. Jixwe ew 11 kursiyên hindikahiyên mîna Suryanî, Tirkmen û Ermeniyan jî wê ji 3-4 partiyên PDK´ê çêkirî re biçin. Ango em dikarin bibêjin, PDK wê nêzî nîvê hemû kursiyan misoger dike. Heger ligel du partiyên piçûk ên mîna Yekgirtû yan jî Komele koalîsyonê bike, ew dikare bi serê xwe hikûmetê çêke. Ango dibe ku li berê venegere, çawa 50/50 çêkiribû bi YNK´ê re. Li aliyê din YNK jî dibêje ez xurt im. Muhtemele 30 kursiyan bi dest bîne.

Rewşa mixalefetê çi ye? Encamên Nifşê Nû, Gorran bi dest anî çi dibêjin?

Ev jî girîng e. Encam nîşan didin ku xelk ji mixalefetê jî bêhêvî maye. Gorran hebû, partiyên Îslamî hebûn, Nifşê Nû hebû. Lê xelkê dengê xwe neda wan jî. Partiyên piçûk hebûn, dengê xwe nedan wan jî. Tevgera Azadî jî ji partiyên piçûk e û jixwe destûra wê nehat dayîn ku bikeve hilbijartinê. Hilbijêrên wan jî bi pirranî neçûn ser sindoqê, yan jî destek dan hin namzetên ku weke welatparêztir didîtin ên di nav Gorran û Nifşê Nû de. Ya herî girîng ew e ku şiklî PDK û YNK weke du îdeolojiyên ne li hev xuya bikin jî, piştî eşkerekirina encamên fermî bi hefteyekê, ez wisa dihizirim ku ew ê weke du hêzên gendeliyê bên cem hev. Ango ew dizanin çawa pereyê xelkê bixwin, neftê bidizin, haya wan ji hêza wan a eskerî heye, ew ê vî karê xwe dewam bikin.

Bi her halî partiya herî xurt Partiya Boykota Kurdistanê ye, ne rêxistinkirî ye, ne xwedî yek siyaset e. Lê xelkekî nerazî, hêrsrabûyî li beramberî PDK, YNK û partiyên mixalefetê heye. Ez bawer dikim di siberoke nêzêk de alternatîfek çêbe. Lê ew alternatîf niha ne diyar e. Jixwe rewşa giştî a Iraqê jî ne zelal e, ka Emerîka û Îran kîjan wê gotina dawî bikin.

Gelo beriya niha di hilbijartinên li Herêma Başûrê Kurdistanê de rêjeyeke evqasî kêm a beşdariyê çêbûbû?

Qet çênebûbû. Hîna ti carî xelk ewçendê hêrs nebûbû ku neçe ser sindoqan. Di 2009´an de di hilbijartinên serokê herêmê û parlamenê de ji sedî 83 ta 85´an dengê xwe da. Niha wiha xuya ye, nîvê wê rêjeyê deng dide. Muhtemele fermî ji vê behtir xuya bike. Lê sextekarî hene; mînak hikûmet organîze dike ku li ser navê hilbijêran deng bê dayîn. Niha ez dibînim, gelek kesên ku li Danîmarka, Swêd û welatan dimînin, bi xwe neçûne ser sindoqan, lê li ser nasnameya wan xelkê deng daye. Dibêjin, kesên ji Bakur, Rojava û Rojhilat hatine, ji zimanê wan jî diyar e ne ji Başûr in, dengê xwe didin. Mesela dibêjin, ez ê dengê xwe bidim kak Mesûd; ango nizane hilbijartina Kak Mesûd nîne jî.

Ev tiştên hanê eyb in, lê aliyên navdewletî wê xwe li vê kerr û kor bikin, ji ber ku ji bo wan a muhim îstîqrar e. Hem aliyên navdewletê û hem jî Iraq bi xwe wê bi van herdu partiyên gendeliyê re îş bikin.

Ew îhtîmala hikûmeteke bê YNK´ê di rastiyê de gelo dikare pêk bê?

Îhtîmal tiştek e, lê rastî tiştekî din e. Ew sînorê di navbera Herêma Zer û Herêma Kesk de mîna dîwarê Berlînê ye. Niha PDK ne 35 kursiyan, 100 kursiyan jî bi dest bîne, ew nikare li Kelar, Kifrî û Silêmanî bibe desthilat. YNK jî 100 kursiyan bi dest bîne nikare li Duhok û Hewlêrê bibe desthilat. Ji bo kesên fehman li Başûrê Kurdistanê, êdî bi temamî zelal bûye ku hilbijartin derdê xelkê Başûrê Kurdistanê derman nake. Demokrasiyeke zîrek nîne, tenê demokrasiyeke şiklî heye bi hilbijartinan, û sazûmanbûyîna demokrasiyê nîne. Xelk di vê yekê gihiştiye û ji ber wê jî boykot hêza herî xurt e. Ew bi vê jî bûne hêza demokratîk a ku dibêje, em îtîrafê bi desthilata PDK û YNK´ê nayînin.

Heger wisa ye, ji bo çi Tevgera Azadî hat astengkirin?       

Bi belgeyan êdî eşkere bûye ku ev tenê daxwzeke dewleta Tirk bû ku nedixwest partiyeke ku li ser siyaseta Apoyî, nekeve hilbijartinan û parlamenê. Naxwe, ji sedî 25´ê kursiyan jî weke Gorran û carekê bi dest bianiya, ji bo PDK û YNK ku bi zor û sextekariyê jî be ji sedî 60-70´yê dengan bi dest tînin û xwedî hêza eskerî ne, wê nebûna tehlûkeyeke înstîtusyonal. Xelk niha piştrast bûye ku bi şoreşê, bi rêyên radîkal û heta bi xwînê, rewş dikare biguhere. Lê xelk ji vê re jî ne amade ye, ji ber rewşa Iraqê û ya navdewletî destûrê nade peydebûna alternatîfeke bi rastî.

Xelkê bi dengdanê jî nerazîbûn nîşan da. Weke mînak li gundekî Çomanê, ku gundekî Balekayetî ye. Tenê Kurd lê dimînin. Li wir Tirkmenekî 360 deng wergirtine. 360  milyon sal jî bibihurin, Tirkmenek wê di wir re weke rêwî jî nebihure. Qey xelkê henekê xwe bi desthilatê kiriye.      

Rêjeya beşdariya endamên asayîşê û pêşmerge bilind bû?

Ez eşkere bibêjim, ew esker jî nînin, evd in. Gelek ji wan neçar bûn bi telefonên xwe yên destan wêneyê dengê xwe bigirin û piştrast bikin ku wan deng daye. Heger na dikarin karê xwe ji dest bidin. Zext li wan tê kirin. Beşdariya xelkê sivîl fermî jî wê ji sedî 47´an nebihure.

Hem YNK û hem PDK´ê bi zorê xelkê xwe birine ser sindoqan. Meaşê, mal û jiyan e, heger dengê xwe nedin dikeve tehlûkeyê.

 
 

Bi temamî dewleteke bi ser neketî ye

 

Piştî 27 salan, gelo mirov dikare tecrûbeya Başûrê Kurdistanê di warê înstîtusyonan de weke “failed state” (dewleta bi ser neketî) bi nav bike?

Bi yek gotinê, belê. Heta ew saziya dewletê bi xwe jî nebûye ku bibe failed state. Lê heger em heyî qebûl bikin. erê, bi temamî dewleteke bi ser neketî ye. Ya rastî milîgerayiyeke seretayî hebû ku nekarîbû sazûman bibe. Dubeşbûna çandî, exlaqî û siyasî ya di navbera herêman de heta niha ji holê ranebûye.

Mîrên şer hebûn, niha jî bi heman rengî, kurên Mesûd û yên Celal jî weke çeteyan tevdigerin û heta gotaran wan jî wisa ye.

Heta îro ez dikarim bibêjim ku ew dîroka “qelb” a ji bo Başûrê Kurdistanê jî ji bo xelkê veguheriye tiştekî negatîf. Ji ber vê yekê alternatîf lazim e, lê xelkê fêm kiriye ew alternatîf ne hilbijartin in, belkî şoreşek e.