''Partiya me di kongreya xwe ya 3'yemîn ku di sala 1973'an de hate lidarixstin de, banga avakirina desteyeke yekbûyî ya hêzên kurd kiribû. Her wiha di sala 1993'an de jî partiya me pirojeya Desteya gelê kurd li Sûriyê destnîşan kiribû û banga tevlîbûnê li hemû partî û hêzên kurd kir. Herî dawî jî me di avakirina ENKS'ê de cihê xwe girt, ji bo yekîtiya gelê kurd û parastina nirxên kurdan em her dem di nava ENKS'ê xebat domand. Di şoreşa Sûriyê de jî ji bo têkiliyên di navbera ENKS'ê û Meclîsa Gel a Rojava (MGRK) de û parastina yekîtiya kurdan çi ji destê me hat me kir.''
ENKS'ê lawaz kirin
Derabrê avakirina ENKS'ê de di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:'' Avakirina ENKS'ê di 26'ê cotmeha 2011'an de ji bo gelê kurd bûyereke dîrokî bû. Lê mixabin piştî demeke ne dirêj hin partiyên di nava ENKS'ê de xwe komî ser hev kirin û dest bi kiryarên neynî kirin, ji vê yekê xwestin biryarên ENKS'ê têxin bin kontrola xwe. Li ser vî esasî partiyên behsa mijarê ji bo berjewendiyên xwe bimeşînin roj li pey rojê ENKS'ê lawaz û bê bandor kirin.''
Pirsa Kurd neçû Cenevreyê
Partiya Çep di daxuyaniya xwe de diyar kir ku partiyên neyînî yên di nava ENKS'ê de cihê xwe digirtin serî li rêbazên ne rewa dan û li ser vî esasî pyamana ku tu mafên kurdan qebûl ne dikirin bi Koalîsyona Hêzên Muxalefeta Sûriyê îmze kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî ENKS'ê tevlî Koalîsyonê bû hêviyên kurdan a bi şandeyek serbixwe û di bin navê Desteya Bilind a kurd di civîna Cinêv-2 ji holê rabû, her wiha derfetên ku pirsgirêka kurd bibe yek ji mijarên sereke di civînê de pir kêm bûn û daxuyanî wiha dewam kir:'' Bi tevlîbûna ENKS'yê ya di nava Koalîsyonê de ziyaneke mezin gihişt kurdan."
Piştgiriya herêmên xweser
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew xwediyê pirojeya Desteya Yekbûyî ya Nûnertiya Gelê Kurd li Sûriyê bûn û di yekîtiya kurdan de cihê xwe girtin, di van rewşan de jî dê ji bo bidestxistina mafên gelê kurd tevbigerin û riya dane destpêkirin wê heta dawiya dewam bikin. Partiya Çep got:'' Me hêvîdikir ku ENKS'ê û bi taybet hêz û kesayetên erênî yên di nava de cihê xwe digrin tevlî rêvberiya xweseriya demokratîk bibûna. Em bawerdikin ku rêvberiya xweseriya demokratîk ji bo berjewendiyên gelê me ye û em ê heta dawî li pişt bin.
ANF/QAMIŞLO