´Divê em bibin yek´
Mûsa, got ku ew ne li dijî koalîsyona opozisyonê ne û got: ‘’Em ne bi tu awayî li dijî koalîsyonê ne, heger koalîson mafê kurdan qebûl bike, lê koalîsyon bi tu awayî hebûna kurdan qebûl nake.’’ Mûsa bang li hemû partiyên kurd û aliyên siyasî kir ku xwedî li rêveberiya xweseriya demokratîk derkevin. Piştre Endama Partiya Çep a Kurd Rûken Hesen axivî û da zanîn ku vekirina navendê dê her dem ji bo xizmeta welatiyan vekirî be. Rûken, da zanîn ku gelê herêmê rêveberiya xweseriya bi derfetên xwe damezirandiye û bi xwe xwe bi rêxistin dikin. Di berdewama merasîmê de li ser navê PYD’ê Hemîda Hisên û li ser navê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê Ismaîl Hecî Ferhan axivî û vekirina navenda Partiya Çep li endamên Partiya pîrozkirin. Di merasîmê de helbestvanê Kurd Hozan hilbest pêşkêş kirin.
TIL TEMIR