Sala 1984 an jî ‘85 bû. Li ser rûpelê yekê yê rojnemeyeke Tirk di nûçeyekî ku bahsa çalakiyeke çekdarî dikir de navê PKK’ê bi vekirî û bi Kurdî hatibû nivîsandin: ‘Partiya Karkerên Kurdistan‘. Wê gavê dora deh deqîqeyan min nikanî çavên xwe ji wê nivîsê dûr bixim. Nivîseke bi Kurdî û tê de navê ‘Kurdistan‘ê derbas dibe! Û pê re kute kuta dil…

Ji ku heta ku!..
Îro hikûmeta Tirk bona çareseriyê gav avêtiye, an ne avêtiye. Barzanî hatiye, fîlan kes çûye... Dev ji vana giştan berdin; bi giştî li tabloyê mezin, li tevahiya Rojhilata Navîn, li Kurd û Kurdistanê mêzekin. Di nav ewqas şer, pevçûn û kaosê de Kurd îro bona xelkan giştan hêviya jiyaneke wekhev, azad, adil û demokratîk bilind dikin.
Bi têkoşîna ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da destpêkirin û îro bûye têkoşîneke giştî ya civakî re li Rojhilata Navîn him feraseta siyasetê him jî ya civakî diguhere. Jiyan, fikir, raman, hest û hişên ku serdestan bona meşandina desthilatdariya xwe pêşxistine, îro gişt li hemberî têkoşîna Kurdan serûbinî dibin û şûna wan nirxên mirovhezî, wijdanî, civakî û xwezayî ji nû ve dibin rojeva însanetiyê…
***
Îro herkes heman analîzê dike; Kurd ne Kurdên berê ne. Dîroka Kurdan jî êdî mîna ya beriya PKK‘ê û ya piştî PKK’ê tê nivîsandin. Bi taybetî jî rewşa jinên Kurd, guhertin û pêşketina tevahiya civaka Kurd radixe ber çavan.
Çend sal berê bû; di televîzyoneke Kurdî de bahsa civîneke li navçeyekî biçûk ê li bakurê Kurdistanê dihate kirin. Di dîmena xeberê de jineke bi kincên xwe yên folklorîk di nava du mêran de li masayekê civînek bi rê ve dibir. Mêr rûnîştî, jîn li ser pê bi awayekî bi xwe bawer bahsa meseleyên civakî yên herêmî dikir… Herwiha çend mehan berê, ve carê di wêneya nûçeyekî ku bahsa pêşketinên li Rojava dihate kirin de du jinên dest bi çek li ser riyekê nobetê digirin. Salên wan ji pênceyî mezintir  xuya dikir… Dema mirov van dîmenan dibîne ji vê pirsê nikane xwe rizgar bike; eger şoreş ne ev be, wê çaxê çiye şoreş?..
Bona şêhîdan li ser tirban, li kursiya şaredarî û parlamentoyê bona çareseriya pirsgirêkan, li kolanan li hemberî zilma serdestan, li çiyê bona parastina hêviyan…  Jina Kurd li her derê û di her karê civakî de pêşeng e!..
Berê bê ziman, bê hêz û di nava jiyanê de tune bû; îro bi ziman, bi deng, bi rêxistin, bi hêz û bi hêvî ye… Him bi xwe guherî him jî civakê diguherîne. Him xwe azad dike him jî civakê… Strana Kurdê azad, jinên Kurd distrên.
***
Di 35 salan de li hemberî zilm û hovîtiya serdestan bi deh hezaran şehîd, bi hezaran xazî, bi deh hezaran girtî, koçberî…
Ji destpêkê heta niha Partiya Karkerên Kurdistanê bû hedefa tevahiya serdestên kevneperest ên herêmî û yên navdewletî. Hewldan û metodên şerê fîzîkî û psîkolojîk gişt sewa tunekirina wê ketin dewrê. Ji ber ku piştgiriyê didin û hêviyên xwe bi wê ve girê didin, Kurd gişt bûn hedefa êrîşên bi hemû metodên hov, dijînsanî û bêwijdanî; bi dehan hezaran hatin kuştin, bi dehan hezaran ketin zindanê û îşkence dîtin…
Lê encam çi ye?
Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê bi paradîgma û fîlozofiya PKK’ê ya ku bi nirxên demokratîk, ekolojîk û azadkirina jinê pêk tê bi rêxistinî dibin û jiyanê bi nirxên Kurdewar û bi yên însanî ji nû ve diresînin; him serbixwe û him jî azad!..
Û berdevkên dewletên ku heta niha xwestine hebûn û nirxên Kurdan tune bikin, îro navê Kurd û Kurdistanê bi dengê daholan ji tevahiya cîhanê re îtîraf dikin. Li Rojava jiyaneke xweser û demokratîk tê sazkirin. Li qadê navneteweyî hêzên serkêş ên cîhanê gişt bi Kurdan re têkîliyan datînin… Eger ev ne şoreşa PKK’ê be, wê çaxê ya kê ye?..