Yekşema bê, 28´ê Cotmehê hilbijêrên eyaleta Elmanyayê Hessenê ku navenda me jî lê ye, wê ji bo parlamena eyaletê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li gorî anketan wiha diyar e ku wê dengên SPD û CDU´yê li eyaletê kêm bibin. Bi hilbijartinan re di heman demê de wê guhertina elaqedarî cezayê îdamê ya di destûra eyaletê de jî bikeve ber referandûmê. Hikûmeta heyî ya li paytexta eyaletê Wiesbadenê ji aliyê CDU´ya ku partiya yekemîn e û keskan ve bi koalîsyonê hatiye çêkirin. Jixwe, CDU jî xwe disipêre vê hikûmetê û îdîa dike ku ji bo îstîqrara hikûmetê, divê hilbijêr dengê xwe bidin wê. Li gorî anketan ya derdikeve holê ew e ku Partiya Yekîtiya Xiristiyan Demokrat (CDU) û Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD) wê bi hev re teqrîben ji sedî 10´ên dengan ji dest bidin û Partiya Keskan ku di hikûmetê de ye, çav li rê ye ku li xwe ji sedî dehê dengan zêde bike. Piştî Bayernê niha jî Hessen Partiya Keskan li eyaleta Bayernê di hilbijartinên 14´ê Cotmehê de ji sedî 17,5´ên dengan wergirtibû û ev serketineke mezin bû. Li gorî texmînan wê serketineke weke vê, li Hessenê jî bi dest bixe. Anketeke beriya hilbijartinan jî wiha nîşan dide ku piştî CDU´yê Partiya Keskan wê bibe hêza herî xurt a duyem. CDU û SPD berjêr diçin Li gorî anketa ku kanala televizyonê ya dewletê ZDF’ê parve kirî, CDU wê karibe ji sedîê 26´ê dengan wegire. Herçî SPD ye ku li hikûmeta federal a Berlînê şirîkê hikûmetê ye, wê qederê ji sedî 20´ê dengan wergire. Partiya Keskan bi xwe li gorî heman anketê wê ji sedî 22´yê dengan wergire û serketineke berê nedîtî bi dest bîne. Li gorî heman anketê Partiya Demokratên Hur (FDP) û Partiya Çep (Die Linke) jî wê her yekî ji sedî 8´ê dengan wegririn. Partiya rastgir a tundraw AfD jî wê cara yekem bikeve parlamena eyaletê bi ji sedî 12´ê dengan. Koalîsyoneke bê CDU? Li gorê encamên anketê, wê koalîsyona berê nikaribe dewam bike. Koalîsyoneke CDU û SPD´ê jî bi van hejmaran pêk nayê. Li gorî encaman koalîsyonên muhtemel ev in: - CDU, tevî SPD û Partiya Keskan ku wê Partiya Keskan bi dewra diyarker rabe. - Tifaqa Jamaîka ango hikûmeta ku Partiya Keskan tevî SPD, FDP´ê pêk bîne. - Tifaqeke ku dîsa Partiya Keskan serokatiya wê bike, wê bibe ya Partiya Keskan, SPD û Partiya Çep. Jixwe, parlamenterê Partiya Keskan Tarek Al-Wazir beriya niha got, ji bilî AFD ew amade ne bi her aliyî re koalîsyonê bikin. Hevserok Partiya Çep, Katja Kipping jî got, ew li koalîsyoneke bi SPD û Partiya Keskan re vekirî ne. Lê belê ji bo vê jî divê dengên SPD û Keskan herî kêm bi qasî ya di anketê de zêde bin. Îdamê radikin Elmanyayê piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn sala 1949’an bi destûra xwe ya nû cezayê îdamê betal kir. Li li eyaleta Hessenê xala 21´ê ya destûra eyaletê ya ji sala 1946´an dimîne, îdama Naziyan mumkin dike. Di destûrê de ji bo dana cezayê îdamê derfet tê dayîn. Li eyaletê di nava 70 salên bihurî de cezayê îdamê li kesî nehatiye birrîn, lê ji bo derxistina vê xalê ji destûrê jî hîna nû referandûm tê kirin. Di hilbijartinan de axir, yekşema bê wê 4 milyon û 400 hezar hilbijrê karibin dengê xwe bidin. Ji sedî 52’yê hilbijêran jin in, ji sedî 35’ê wan jî temenê wan di ser 60 salî re ye. Li Hessenê bi pirranî beşdariya li hilbijartinên eyaletê de ji sedî 70 ye. FRANKFURT