Çalakî her în saet 17.00´an li pêşiya sefareta Tirk a li Tiergarten Str. pêk tê.

Di Mîtînga vêhefteyê de saziyên wek Meclîsa Gel a Berlînê, NAVDEM, ATIK, PYD Berlin, Navenda Ciwanên Rojava, DESTDAN Melîsa Jinan, Ciwanên Azad û HDK Berlîn beşdar bûn. 

Derbarê çalakî û mîtînga dawî de Mehtap Erol ku li ser navê HDK Berlîn başdar bûbû, got, “Em ê ji vir şûnde jî beşdarê çalakiyên Partiya Piraten bibin. Ez ji birêz Angela Merkel pirsyar dikim; gelo haya wê ji îdiaya ku hevserokê NAVDEM´ê Yûksel Koç eşkere kir heye? Eger heye, hê jî li ser gotina, em bi Erdogan re di her warî de hevpar in, bi israr e yan ne?”


‘Bakurê Kurdistanê kirine goristaneke mezin’

Parlamentera Partiya Piraten a eyaleta Berlînê Lea Golda jî da xuyakirin ku wê serdana Kurdistanê kiriye, heta nêzî Nisêbînê jî çûye û çavdêriyên xwe weha îfade kirin: “Tişta min dît, di şerên herî hov ên cîhanê de jî nehatiye dîtin, her der wêran û talan kirine, bakurê Kurdistanê kirine goristaneke mezin.”

Le Golda siyaseta Angela Merkel a hevpariya bi Erdogan re jî bi tundî rexne kir û got: siyaseta wê ya çewt rê li ber geşbûna faşîzmê vedike, niha Pegîda û AFD bilind dibin. Eger weha dewam bike dê Merkel û partiya wê bihelin û li Elmanyayê faşîzm dîsa bibe xetereke mezin.”

Di dawiya çalakiyê de banga çalakiya heftêya bê û herwisa beşdariya li çalakiya 2 ê Hezîranê ya destekkirina pênûmaqanûna qebûlkirina Qirkirina Ermeniyan hat kirin.


YEKO ARDIL/BERLIN