Partiya Sûriyeya Paşerojê bi armanca Sûriyeyeka demokratîk û nenavendî hat damezrandin û da zanîn ku ew ê ji çareseriya pirsgirêkên welat bixebite û alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd e bi rêya tetbîqkirina hiqûqa navneteweyî. Kongreya Damezirîner a Partiya Sûriyeya Paşerojê ku li bajarê Reqayê pêr hat lidarxistin, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Ibrahîm Qeftan wek serok û Hevrîn Xelef wek sekretera giştî ya partiyê hatin hilbijartin. Rêveberiya giştî ya partiyê bi hilbijartina 81 kesan hat avakirin. 27ʹê Adarê li bajarê Reqayê bi dirûşmeya ʺSûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendîʺ de Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Paşerojê bi beşdariya 800 nûnerên tevahiya herêmên Sûriyeyê û 100 nûnerên partî û rêxistinên siyasî, kesayetên welatparêz û civakî û sazî û meclîsên sivîl hat avakirin. Piştî axaftin û nirxandinan encamnameya kongreyê hat amadekirin. Encamname ji aliyê Serokê partiyê Ibrahîm Qeftan ve hat xwendin. Encamnameya kongreyê bi vî rengî bû: Armancên partiyê * Xurtkirina hevgirtina niştîmanî *  Avakirina Sûriyeya demokratîk û ne navendî ku di destûra wê de nirxên azadî, pirrengî, wekhevî û mafên mirovan parastî bin * Hemû cûreyên şovenîzmê red dike, her wiha daxwaza çareserkirina dozên neteweyî (di nav de doza Kurdî) bi rêya qanûnên navneteweyî dike * Mafê welatiyan heye ku her yek bi nasnameya xwe ya neteweyî, li gorî dîn û baweriya xwe bijî. * Hewl dide têkîliyên baş bi dewletên cîran re deyne û li hemberî van dewletan rêzdar be. Her wiha destekê dide welatiyên ku herêmên nû ji DAIŞʹê hatine rizgarkirin. Her wiha sînorê Sûriyê bi hemû dewletên cîran re diparêze. Biryarên kongreyê * Avakirina partiyê ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê, parastina yekîtiya axa Sûriyeyê. Divê bi ajandayên herêmî û navneteweyî, yan bi ti partî û rêxistinên siyasî ve neyê girêdan. * Divê têkîliyên baş bi endamên opozisyona Sûrî re bên dayîn û xebateke hevbeş pêk bê anîn. Her wiha  şer bê rawestandin û ewlehiya herêmê bê parastin. * Divê pêdiviyên welatiyên ku ji ber rewşa şer ji warên xwe koçber bûne, bên pêkanîn * Yekîtiya axa Sûriyê were parastin û hemû projeyên parçekirinê bêne redkirin Kongre bi avakirina Meclîsa Giştî ya partiyê ji 81 kesan bi dawî bû. Her wiha Ibrahîm Qeftan wek serokê partiyê û Hevrîn Xelef wek sekretera giştî ya partiyê hatin hilbijartin.“ Li gorî herêman Rêveberiya partiyê li gorî nûnertiya herêman wiha ye: 7 kes ji Dêrazorê, 7 kes ji Reqayê, 5 kes ji Tebqayê, 8 kes ji Koban, Sirîn û Girê Spî, 7 kes ji Minbicê, 6 kes ji hundir û derve, 4 kes ji Idlibê, 5 kes ji Helebê, 4 kes ji Şehbayê, 21 kes ji herêma Cizîrê û 7 kes ji Efrînê. REQA
Îbrahîm El-Qeftan kî ye? Îbrahîm El- Qeftan Ereb e û ji bajarê Minbicê ye. Ew sala 1967‘an ji dayîk bûye. Li zanîngeha endezyariya avakirinê ya Lubnanê xwendiye û sala 1995‘an xwendina xwe bi dawî kiriye. Piştî ku xwendina xwe li Lubnanê diqedîne, vedigere Sûriyeyê û tevlî Sendîqeya Endizyaran dibe û buroyeke xwe li wir vedike. Sala 2008‘an derbasî beşa dînî ya zanîngeha „El Îmam el Ozaî“ dibe û bawernameya dînî werdigire. Di 22‘Nîsana 2011‘an de, di xwepêşandana li dijî rêjîmê de ku bi dirûşmeya „Cûma El-Ezîme“ hatibû organîzekirin, ji aliyê rêjîmê ve hate girtin, çend rojan di girtîgehên wê de ma. Piştî rizgarkirina Minbicê ji rêjîma Sûriyeyê, El-Qeftan wekî serokê Meclîsa Şoreşgerî ya Minbicê hate pejirandin, ji ber tevlîheviya ku di meclîsê de derket, piştî 15‘rojan dev kar berdide û xebatên buroya xizmetguzariyê di meclîsê de dide meşandin. Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê ya bajarê Minbicê de El-Qeftan rastî zilma wan tê. Çeteyên DAIŞ‘ê wî dîldigirin û lêdidin. Çeteyên DAIŞ`ê wî digirin, meh û nîvekê li gel wan girtî dimîne. Piştî ku hate berdan, di mijara 2014‘an de ji Sûriye derdikeve û dibe yek ji endamên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê û di komîteya têkiliyan de kar dike. Di 15‘ê tebaxa 2016‘an de dema Minbic ji çeteyan tê rizgarkirin dibe Serokê Buroya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê şaxê Minbicê. Di 20‘ê Sibatê de ji aliyê hemû pêkhateyên bajêr ve wekî Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz-Rêvebriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê tê hilbijartin. Di Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Paşerojê de, wekî serokê partiyê hate hilbijartin.