Shamoun diyar dike ku di dema qirkirinê de di nava du mehan de li Mîdyatê 27 hezar kes hatine kuştin û li Êlih, Amed, Mêrdîn û cihên cuda yênKurditsanê nêzî 150 hezar Sûryanî mirine. Bavê Shaomun dema Shamon 16 salî bû bi malbata xwe re koçî Sûriyeyê dike. bav û apê wî li Sûriyeyê leşkeriyê dikin. Shaomun da zanîn ku ji bo xwe biparêzin bav û apê wî bûne leşker.
Shamaoun diyar dike ku di 1945’an de ji ber ku Fransayê Sûriye terk kirine, ji ereban tirsiyane û koçî Lubnanê kirine. çend sal şûnde jî li Kurdistanê, Qamişloyê bicih bûne. Ligorî vegotinên Shamoum di salên 1970’ê de Sûryaniyên li Sûriyeyê dijiyan ji sedî 80’ê wan çûne Ewropa, Avustralya û DYA’yê. Yê Tirkiyeyê jî sedî 95 koç kirine û tenê 2 hezar û 500 kes mane.
Shamoun wiha pê de çû: “Piştî Îsa hezar sal şûnde 2,5 mîlyon Sûryanî hebûn. niha hejmara Sûryaniyan 500 hezar e ger ku em nekuştibana niha em 10 mîlyon bûn. Di dema osmaniyan de komkujî hatin jiyîn. Kurdan xwendin û nivîsandin nizanibûn. Osmaniyan em li dijî Kurdan sorkirin. Piştî em ji holê rakirin vê carê dest bi qetilkirina Kurdan kirin. Der barê qirkirinê de bi hezaran belge, wêne û fîlm hene. Biryara qirkirinê Tirkên li ser Osmaniyan dan. Kurdan em kuştin. Îro Kurd gelek guherîne. Ji ber pêkanînên ku kirin lêborîn xwestin. Divê dewleta Tirk jî lêborîna xwe bixwaze.
Shamoun destnîşan kir ku şerê navxweyî yê Sûiryeyê welat berbi hilweşînê biriye û bi lêv kir ku xeta ku PYD’ê li Rojava pêk anîye, ligel Kurdan ji bo gelê Xiristiyan jî bû rizgarî û wiha got: “Ez bi salan li Rojava jiyam. Ez gelê wir baş nas dikim. Niha me li Cizîrê bi Kurdan re hemû herêm girt. Ev herêmeke ku ji 23 hezar kîlometrekareyî pêk tê ye. Em xiristiyan neçarbûn li herêmê bi hinekan re îtîfaqê bikin. Em bi ereban ne bawer bûn. Ew jî wek Tirkan netewperestin. Îdia dikin ku her kesê li Sûriyeyê dijîn erebin. Me riya rast parast. Em bi Kurdan re bûn dost. Bi îlankirina kantona Cizîrê re hevserokek Sûryaniye. Sê jî wezîrên me yên Sûryanî hene. Em bi PYD’ê re stratejiya hevpar dikin. em gelek kêfxweşin. Em heman nêrînan diparêzin. Leşkerên me bi Kurdan re li dijî çeteyan şer dikin. polîsên Sûryanî hene.ev bi Kurdan re asayîşê pêk tînin.
STOCKHOLM