Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Nusrettîn Îbrahîm diyar kir ku Kurd divê beriya ku bi derengî bikeve divê yekîtiya xwe pêk bînin û ti rêyeke dî jî li ber wan nemaye.

Partiyeke dî ya ku destek dayî banga KCK’ê Partiya Yekîtiya Lîberal a Rojava bû. Serokê Giştî Ferhat Tello got KCK’ê berê jî daxuyaniyên bi vî rengî dabûn û bi van bangan KCK pêşengiya yekîtiya neteweyî dike.  Tello wiha domand: “Her hêz, tevger û partî divê bersiva vê bide.  Em weke berê destekê didine vê bangê jî.  Di pêvajoyeke wiha girîng de û li gel fersendan talokeyan jî di xwe de vedihewîne, avêtina gaveke wiha divêtiyeke e. Ji bo vê  hemû partî, rêxistin û şex bersiveke erênî bidin û di nêz de em kongra netewî pêk bînin. “


SEYÎT EVRAN / QAMIŞLO