Partiyên siyasî yên Rojava, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kantona Efrînê û Herêma Şehbayê, banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û raya giştî ya navneteweyî jî kir ku xwe ji êrîşan berpirsyar bibînin.
Partiya Demokrat a Pêşverûya ya Kurdên Sûriye, PYD, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriyê û Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM´ê yên ku daxuyaniyek hevpar dan, êrîşên dewelata Tirk ên li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin. Partiyan, diyar kir ku her ku şervanên QSD’ê li Reqayê bi pêş ve diçin, serketinan bi dest dixin, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Kantona Efrînê û Herêma Şehbayê zêde dibin û gotin: “Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li herêmê bi cih dike û bi vê yekê prensîpên mafên mirovan, her wiha qanûnên navneteweyî binpê dike. Li herêma Kerdag a girêdayî Efrînê bi deh hezaran koçberên ku ji bajarên cuda yên Sûriyeyê bi cih bûne. Efrîn bûye sembola jiyana hevbeş, biratiya gelan û şoreşa Sûriye ya aştiyane.
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û vir ve komên çekdar ên îslamî ambargo li dijî herêmê ferz kirine. Ev yek bi destê Îxwan Muslimîn, Îtîlafa Sûrî û hikûmeta AKP'ê pêk tê. Li aliyekî din jî êrîş li ser bajar û gundewarên pêk tên. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha li herêmên ser sînor, darên zeytûn û hinaran hatin birrîn, berhemên çandiniyê hatin şewitandin û herêmên ku koçber lê bi cih dibin gulebaran kirin."
Em ê li gel QSD'ê bin
Partiyan îşaret bi liv û tevgera dewleta Tirk a leşkerî kir û got: "Em zêdekirina alav û wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê li axa Sûriyeyê û topbarana herêmên sivîlan, şermezar dikin. Banga me li raya giştî (ne xasim Emerîka û Rûsya) û hêzên aşitîxwaz heye ku li hember êrîşên li dijî Efrînê û Şehbayê berpirsyar bin. Her wiha em bang li hêz, partî û hemû welatparêzên Kurd dikin ku li dijî êrîşên dijmin, yekîtiya xwe ava bikin, nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin û piştgiriya hêzên QSD'ê bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN